Pêncemîn festîvala filmên navnetewî li Dihokê destpê kir

38

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Festîvala filmên navnetewî li bajarê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê destpê kir. Festîvala ku îro destpê kir û di 16’ê îlonê de bi dawî bibe. Her wisa wê di festîvala filman de xelata mezin ya bi navê Yilmaz Guney were dayîn.

 

Festîval wê bi nîşandanda filmê Derhêner Kazim Oz ya bi navê ‘Zer’ ku ji Bakurê Kurdistanê ye destpê bike.

  

Wê 7 filmên ji sê parçeyên Kurdistanê Rojhilat, Bakur û Başûr beşdarî festîvalê bibin. Her wisa beşa festîvalê ya navnetewî de jî wê 10 film beşdar bibe.

 

Ji derveyî filman wê di festîvalê de kurte film û belgefilm jî werin pêşandan.

 

 

(bz)