QSD’ê dadgeha giştî ya Reqayê jî ji çeteyan paqij kirin

50

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gav bi gav Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij dikin û cihên startejîk rizgar dikin. Şervanan duh avahiya Qesir El-Edlî ango dadgeha giştî li navenda bajarê Reqayê piştî şerekî giran a bi çeteyan re rizgar kirin.

 

Li taxa Nehda ya rojhilatê bajar jî şervanên QSDʹê êrîşa çeteyan a bi wesayîteke bombebarkirî têk bir. Şervanan beriya wesayît bigihije hedefa xwe ferq kirin û ew ji dûr ve teqandin. Di vê taxê de serçeteyek jî di nav de bi giştî 17 çete hatin kuştin.

 

Di heman demê de li taxên Emîn, Tekene û Mensûr jî ji şevê din ve di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran rû didin.

 

(bz)