Rojnameya ‘Hewal’ ya Kerkûk’ê careke din derdikeve

52

 

 

 

RÊBAZ HESEN / KERKÛK

 

 

Rojnameya Hewal yekem rojnameya Kurdî ya li Kerkûkê ye ku di roja 22 Tîrmeha îsal de ji ber krîza aborî rawestiyabû. Îro careke din dest bi weşanê kir û çapa xwe ya 722. derxist.

 

Der barê mijarê de Edîtorê Rojnameya ‘Hewal’ Burhan Hacî Silêman ji ajansa me re ragihand ku ji ber krîza aborî ev demek bû wan kar ne dikir, niha bi hewldan û hevkariya hinek kesên dilxwaz careke din rojnameyê derdixin.

 

 

Her wiha Burhan Hacî Silêman diyar kir ku wana hindek guhertin di rojnameyê de bi sedema kêmkirina mesrefa rojnameyê çêkirine û got: “Ancax di hejmara îro de ti guhertinek ne hatiye kirin, her weke berê 16 rûpel derket. Bes emê di hejmarên pêş de van guhertinan bixin meriyetê.”

 

Silêman diyar kir ku ewê li ser mijarên gendelî, pirsgirêkên aborî li herêma Kurdistanê û guhertinên rû didin bixebitin.

 

Rojnameya Hewal rojnameyekî heftane ye û ev 17 sale derdikeve. Destpêkê li Silêmanî derdiket. Ji sala 2003’an ve li  bajarê Kerkûkê derdikeve. Ev jî yekemîn rojnameya Kurdî ya li Kerkûkê ye.

 

 

(bz)