Seyrangeha Sertek ya xwezayî, bala geştiyaran dikişîne ser xwe

41

 

 

BERHEM LETÎF-BOTAN / SERTEK

 

Seyrangeha gundê Sertek a Bemo ku dikeve qontara çiyayê Bemo û ser bi parêzgeha Diyalayê ye, ji ber xwezaya xwe ya xweş bala geştiyaran dikişîne serxwe û salane malavayiyê ji gelek geştiyaran re dike.  

 

 

Me seyrangehê ji geştiyarekî bi navê Newzed Ehmed ku ji Kelarê serdana seyrangehê kiriye pirs kir. Ehmed behsa xweşiya seyrangehê ji ajansa me re kir û got:“Seyrangeha Sertek a Bemo xwezayeke xwe ya xweş heye. Gelek dar û şînahî tê de heye. Ji ber vê jî gelek kes serdana vir dikin.”

 

 

Ehmed diyar kir ku li giştî Başûrê Kurdistanê xizmetguzariyeke baş ji cihên geştiyariyê re nayên kirin û got: “Ev cihên geştiyarê gelek xweşin lê, eger xizmetguzariyeke baş ji van cihên geştiyariyê werin kirin wê hîn xweştir jî bibin. Lê, mixabin li giştî Başûrê Kurdistanê xizmetguzariya seyrangehan kêm e.”

 

Geştiyarekî Kerkûkî yê bi navê Hisên Seîd ku ji Kerkûkê serdan seyrangehê kiriye jî got: “Me hem serdana xizmên xwe kir û hem jî serdana seyrangehê kir. Ji ber ev derfet li Kerkûkê nîne û hewaya vir jî li gorî ya Kerkûkê gelek hêniktir e.

 

 

Geştiyara bi navê Ehlam Seîd ya nişteciha bajarê Hewlêrê jî rexne li geştiyaran kir ku seyrangehê paqij nahêlin û got: “Em ji Hewlêr hatine. Daxwaz dikin ku ew kesên serdana seyrangehan dikin, bermayên xwe ne avêjin û jîngeh qirêj nekin.  Ji ber heyfe ev cih qirêj bibe.”

 

 

Geştyariyekî ji Erebên Xaneqînê  Bera Ekrem jî dîtinên xwe yên ji bo seyrangehê anî ziman û got: “Ev seyrangeh xweş û aram e. Gelê vê herêmê pêşwaziyeke baş li geştiyaran heye. Danûstandineke me ya baş bi gelê herêmê re heye û gelek caran alîkariya me jî dikin.”

 

 

(bz)