YNK: Hevdîtina me ya li gel Komela Îslamî erênî bû

36

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

 

Şandeya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) piştî serdana Tevgera Goran îro di saet 10:10’an de li Silêmaniyê serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê jî kir. Şandeya YNK’ê ya ji Endamê  Polîtburoyê û serokê şandeyê Şoreş Îsmaîl, Letîf Şêx Omer, Ednan Mihemed, Bêgerd Talebanî û endamê Desteya Rêveber a YNK’ê Cemîl Hewramî pêk dihat, ji aliyê Rêveberê Desteya siyasî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm, Endamê Desteya Siyasî ya Komel Enwer Sengawî, Endamên Rêveberiyê Diyarî Mehmûd û Bedriye Îsmaîl û Sekreterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Fexredîn Qadir ve hatin pêşwazî kirin.

 

Endamekî şanda YNK’ê Letîf Şêx Omer jî têkildarî hevdîtina wan ya li gel Komela Îslamî ragihand ku hevdîtin erênî derbas bûye.  

 

Hêjayî gotinêye ku duh YNK’ê di serdana xwe ya ji bo Tevgera Goran de pakêteke ku ji 7 xalan pêkdihat pêşkêşî Goran kiribû. Her wiha serdana Komeleya Îslamî li Hewlêrê jî kir. Lê li ser civînê ti daxuyaniyek nehatibû dayîn.

 

Di paketa 7 xalî ya YNK’ê de aktîf kirina parlamentoyê, destgirtina qanûna serokatiya herêmê, rewşa mûçe, referandûm û hinek xalên din jî hebûn.

 

(bz)