Berpirsekî YNK’ê: Metirsî heye ku li Kerkûk şer derbikeve

41

 

 

 

SORAN MIHEMED/ KERKÛK

 

‘Ji bo referandûma Kerkûkê ti amadekariyek nahatiye kirin’

 

Têkildarî mijarê Rêveberê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Herêmê li Kerkûk Elî Hesen wiha axivî: “Em wek komîsyona Herêmê gazincên me hene. Ji ber ku ew karên ku ji bo parêzgehên Herêmê hatiye kirin, ji bo Kerkûk û herêmên bi nakok ne hatiye kirin. Çar mehe parêzgehên herêmê dest bi kar kirine. Lê me nu dest bi karê xwe kiriye. Her wiha pêwîstiya karmendên me di hêla tecrube de bi perwerdeyekê heye.”

 

 

Her wiha Elî Hesen diyar kir ku li rexmê kêmasiyan jî, wan karê xwe kiriye, heya astekê wan karmendên komîsyonê perwerde  kirine.

 

‘Dibin navê kontrol kirina Hewîce de hêzek zêde ya leşkerî kom kirine’

 

Li ser heman mijarê Berpirsê Ragihandina Şaxê Du yê YNK’ê li Kerkûkê Elî Mihemed jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Pêwîst bû lêhurbunekî kur û amadekariyekî baş ji bo amadekariyên referandûma  herêmên bi nakok bihata kirin. Ji ber ku hinek pirsgirêkên me li wan herêman hene. Bi taybet li gel Ereb û Tirkmenan. Heya niha berpirsên herêmê ji bo van herêmane ti projeyekî siyasî û nîştimanî nîne ku Ereb û Tirkmen qenaet  bi projeyê bîne.

 

 

Elî Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Ereb û Tirkmenan helwesta xwe ya van herêman diyar kirine, wê referandûmê boykot bikin. Ji ber ku ti baweriyek li gel wan çênebûye. Ev jî wê nîşan dide ku ti baweriya wan bi Herêma Kurdistanê nîne. Her wiha ti bendewariyek rast ji hikûmetê nakin. Ji ber wê ev mijare di kolanên Kerkûk û herêmên bi nakok de bûye cihê xemgîniyê.”

 

 Berpirsê Ragihandina Şaxê Du yê YNK’ê li Kerkûkê Elî Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Metirsiya me heye ku di dema lidarxistina referandûmê de li vî bajarî şer derbikeve. Ji ber ku bi navê kontrol kirina Hewîce, hêzek mezin li derdor kom kirine, Ji ber wê tirs heye. Ji bo Ereb û Tirkmen aciziya xwe li ser bajêr de ne rijînin, nikarin bi awayekî vekirî propaganda bikin.”

 

(rn)