‘Çapemeniya Kurdî di parastina zaravayên Kurdî de rola xwe ne lîstiye’

38

 

 

AŞTÎ EHMED/ ROJNEWS

 

Îsmaîl Hacî Zelemî bal kişande ser giringî dana çapemeniya Kurdî ji bo zaravayê Hewramî û wiha got; “Ragihandina Kurdî di parastina zaravayên Kurdî de rolek xerab lîstiye. Belê MED TV yekem televizyona Kurdî bûye ku di dema xwe de giringî daye zaravayên Kurdî. Zimanê Kurdî tenê ji yek şêwe û zarava pêk nehatiye. Ji gelek şêwe û zaravayan pêkhatiye. MED TV bi van zaravan bername pêşkêş dikirin.”

 

‘Li Başûr çapemenî bûne ziman û siyaseta hizban’

 

Der barê rola çapemeniyên Başûrê Kurdistanê di cih dayîna zaravayên Kurdî de jî, Îsmaîl Hacî Zelemî wiha pêde çû; “Li Başûrê Kurdistanê ji ber ku çapemenî bûne ziman û siyaseta hizban, ji parastin û cih dayîna zarava û parastina wan de dûr ketine. Niha ti giringiyek nadin zaravayên Kurdî. Ji ber ku çapemenî di xizmeta hizban de dixebitin. Zaravayê bi kar tînin jî, ewe ku xizmetê ji bo hizba wan dike.”

 

Li ser parastina zaravayên Kurdî jî, Îsmaîl Hacî Zelemî wiha got; “Nabe di çapemeniyê de giringî bê dayîna zaraveyekî û yek jî bê paşguh xistin. Bi taybetî jî zaravayê Hewramî. Çapemeniyên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê heya astekê giringî didin zaravayê Hewramî. Divê li Başûr jî çapemenî ji bo giringî dayîna zaravayê Hewramî bername danin û li ser xebat bikin.”

 

(rn)