‘Dadgeh li Herêma Kurdistanê dibin bandora hizban de ne’

37

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Der barê mijarê de Berpirsê Rêxistina Parastina Xwezayê yê Helebce, Hewraman Secadî ku ji ajansa me re axivî; got; “Mixabin li Herêma Kurdistanê pirsgirêka parastina xwezayê hatiye paşguhxistin. Di aliyê yasayî, qirêjkirina xwezayê, qedexekirina nêçîra lawirên kovî û parastina xwezaparêzan de xemsariyek mezin heye. Di çend rojên buhrî de ji ber çalakvanek ê parastina xwezayê nerazîbûna xwe li dijî vê anî ziman, bi taybetî jî kuştina lawiran ji aliyê 2 kesên berpirsên hikûmetê ve, dadgehê biryara cezakirina wî da û hat binçavkirin.”

 

‘Dadgeh li Herêma Kurdistanê di destê 2 hizban de ye’

 

 

Hewraman Secadî wiha jî got; “Ez vê biryara dadgehê ya li dijî Serwer Qeredaxî bi tundî şermezar dikim. Ev biryare îşaretek metirsîdare ji bo me çalakvanên parastina xwezayê. Li Herêma Kurdistanê dadgeh ji aliyê 2 hizbên desthilatdar ve tê meşandin û biryarên dadgehê di berjewendiyê wan de ne. Divê guhertinek baş di sîstema dadgehê de were kirin. Di çend salên buhrî de li Helebce sûcên beranberî xwezayê hatin kirin. Her çend me ev şermezar kir jî, belê dadgehê ji ber bê serweriya xwe nekarî van kesan ceza bike.”

 

‘Yên parastina xwezayê dikin tên cezakirin’

 

Li ser heman mijarê çalakvanek din ê parastina xwezayê bi navê Hawser Hewramî jî wiha axivî; “Mixabin ewên li Herêma Kurdistanê parastina xwezayê dikin, tên cezarkirin. Yên sûc jî dikin, ji ber dadgah dibin destê hizbê de ye, nayên cezakirin. Tişta li dijî çalakvanê parastina xwezayê Serwer Qeredaxî hatiye kirin, nebûna dadgehek serbixwe ye.”

 

 

Hawser Hewramî di dawiya axaftina xwe de got; “Biryare her kesek li Herêma Kurdistanê lawirek kovî bikuje, wê 10 milyon dînar ceza bide. Her ev lawir xwedî ferxik jî be, ceza dibe 20 milyon dînar. Lê mixabin ji ber nebûna serbixwebûna dadgehê, ew 2 kesên ev cezaye kirine, nehatine cezakirin. Em ji dadgehê daxwaz dikin ku biryara xwe berçavan re derbas bike û parastina mafê kesên parastina xwezayê dikin, bike.”

 

(rn)