‘Divê rêz ji daxwazên xwerêveberiyê re were girtin’

41

 

 

 

Roja 20’ê Tebaxê Meclisa xweser a Şengalê, projeyek ji 23 xalan ji bo xwerêveberiya Şengalê ragihand  û ji hemû aliyên Kurdistanî xwest ku piştgiriya wan bike.

 

Têkildarî projeyê Parlamenterê Iraqê yê Koma Kesk Rêbwar Teha ji ajansa me re axivî û got: “Eger daxwazên  nîştecihên her herêmekê bi piranî li ser xwerêveberiyê be, divê rêz li daxwazên wan were girtin.”

 

Rêbwar Teha balkişand ser herêmên din yên bi nakok jî û ev tişt anî ziman: “Li herêmên bi nakok pêkhateyên cûda lê jiyan dikin. Ji ber wê pêngava cidî ya wê çêkirina baweriyê ye, piştre ragihandina xwerêveberiyê.  Li gorî min divê niha ji bo vegera wan herêman li ser Herêma Kurdistanê kar were kirin.”