Encûmena  Bilind a Referandûmê: 14’ê Îlonê parlamento tê aktîfkirin

38

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Encûmena Bilind a Referandûma ya Herêma Kurdistanê vê êvarê piştî temambûna civana xwe daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku wê 14'ê Îlonê parlamentoya Herêma Kurdistanê were aktîfkirin.

 

Di daxuyaniya  Encûmena Bilind a Referandûma ya Herêma Kurdistanê de wiha tê destnîşan kirin; "Encûmena Bilind a Referandûma misoger kir ku wê referandûma Herêma Kurdistanê di 25'ê Îlonê li Herêma Kurdistanê û herêmên ji derveyî îdareya Herêma Kurdistanê  pêk were. Ev agahiyên ku tê gotin ku wê referandûm were paş xistin red dikin.

 

Encûmena Bilind a Referandûmê   li ber çav girtina rewşa hestiyar a Kurdistanê tekez li ser pêwîstiya yekrîzî û hevdengiya niştimanî û hemahengiya navbera hêzên siyasî ya ji bo kampanya hevbeş a propagandaya referandûmê kir.

 

Encûmena Bilind a Referandûmê   bi tevahî piştgiriya xwe ji bo pêngavên praktîkî yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Referandûmê yên ji bo proseya referandûmê dubare dike û daxwazê ji hikûmetê û aliyên pêwendîdar jî dike ku alîkarê Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referandûma Herêma Kurdistanê bin.

 

 Encûmena Bilind a Referandûmê   daxwaz li rêxistinên biyanî û rêxistinên civaka sivîl dike ku beşdarî çavdêrîkirina proseya referandûma li Herêma Kurdistanê bikin.”