Eşqa Sixurme Şêx Mihemed kiriye pirtûk firoş

37

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Ehmed Osman bi nasnav Şêx Mihemed, 68 saliye. Ji 20 sal zêdetir temenê xwe daye pirtûk û rojnameyan. Li navenda bajarê Silêmanî, li ber sera li qesrekê de di mijulî firotinê ye.

 

Şêx Mihemed ji ajansa me re wiha qala destpê kirina karê firotina  rojname û kovaran dike: “Dema ku yekem jimara Sîxurme derket, hevalek min belav dikir. Min jê xwest ku ez jî hinek belav bikin û ez pê keyfxweşbum. Min got ji bo min gelek kovaran bîne ezê belav bikim. Cara yekem  û duyem  min belaş  belav kir. Lê ji cara sêyem ve min bi pere belav kir. Min her kovarek bi sê pencayî di firot (pereyê berî dînarê Iraqî bû).”

 

Her wiha Şêx Mihemed got: “Dema ku min yekem mijar xwend, yekem jimara Sîxurme bû ku bi temamî bum aşiqê wê  kovarê. Piştî ku min xwend, her min li gel xwer girt. Piştre min hemû jimareyên din jî xwend.”

 

Sîxurme ne tenê Şêx Mihemed kiriye evîndarê xwe, di heman demê de kiriye evîndarê pirtûk xwendinê jî. Wek bi xwe jî dibêje ji bo ew bikare hemû pirtûkan bi xwîne, wî li ber Çayxaneya Şeeb û Pirtûkxaneya Silêmanî dest bi firotina pirtûk, kovar û rojnameyan kir. Ev çar sale jî li wan qesrên ku şaredariyê ber deriyê wan kirî sera, karê xwe dewam dike.

 

 

Şêx Mihemed li hember kêmbûna xwendinê nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Nêzî ji sedê 80’ê yên xwendevanan kêm kiriye. Salên berê min nêzî du hezar rojname ji dezgehekê di anî û di heman rojê de hemu di hatin firotin. Lê min duh pênc rojname aniye, çar rojname nehatiye firotin.”

 

Şêx Mihemed balkişand ser  kêmbûna xwendevanan û wiha domand: “Sedema kêmbûna xwendevanan, nebûna pereyê gel û pêşketina teknolojiyê ye. Ew kesên ku tên rojname û govar digrin jî, kesên bi temenin.”

 

Girêdayî cûrên pirtûkan ên ku ew zêde dixwîne jî, Şêx Mihemed ev gotin kir: “Ez her cûre pirtûkan dixwînin. Ji ber ku ez pirtûkan di firoşim û hemû cûre pirtûk li ber destê mine. Qet nebe carekê li ber çav re derbas dikim. Ez dikarim bêjim heya niha, min qasî muyên serê xwe pirtûk xwendiye.”

 

Kovara Sîxurme, kovarek siyasî, civakî, rêveberiya karîkatorî û rexnegirî ye. Jimara destpêkê ya kovarê di Sibata 1996’an de derketiye û ji Sibata îsal ve jî li ser malpera http://www.sekhurma.com/ dest bikar kiriye.

 

 

 

 

 

(rn)