Ji ber gendeliyê wezîrê berê yê Iraqê hate girtin

39

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Desteya Paqijiya (nezahet) ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê  ragihand ku wezîrê berê yê bazirganiyê yê Iraqê Ebdulfeleh Hesen Hadî ji ber gendeliyê (bêrêtî)  di 6'ê Îlonê de li Balafirgeha Beyrut ya Libnanê hatiye girtin.

 

Desteya Paqijiya (nezahet) ya Iraqê destnîşan kir ku derbarê Ebdulfeleh Hesen Hadî gelek belge dane polîsên welatên  cîhanê û got ku ji ber gendeliya giştî hatiye girtin û wiha tê gotin; " Ebdulfeleh Hesen Hadî li welatê Berîtanya di rûnişt, çend caran me daxwaz kir ku radest bikin, lê nekirin. Bi giştî 8 dosyayên wî yên gendeliyê hene.  Ji ber vê bi dehan dosyayên din ji bo girtina wî kesan dane polîsên enterpolê."

 

Ebdulfeleh Hesen Hadî 70 saliye û di navbera sala 2006 û 2009'an de Wezîrê Bazirganiya Iraqê bû.