Ji bo Serwer Qeredaxî li Kelar û Derbendîxan çalakî hatin lidarxistin

35

 

 

 

BERHEM LETÎF/ ROJNEWS

 

Îro saet 10:00’an de li bajarokê Derbendîxan a ser bi Silêmanî û navçeya Kelar a Germiyanê  du çalakiyên nerazîbûnê li dijî parêzvanê xwezayê Serwer Qeredaxî hatin lidarxistin. Parêzvanê xwezayê û Hevserokê Rêxistina Xwezayê ya Kurdistanê Serwer Qeredaxî li ser belav kirinek ya tora civakî ya ser Facebookê hatibû girtin.

 

 

Çalakaya Derbendîxan li ber avahiya dadgeha navçeyê pêkhat. Di çalakiyê de daxuyaniya beşdarvanan ji aliyê Endama Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Sara Serdar ve hat xwedin û wiha got: “Ew kes û navendên ku destwerdana jîngehê dikin û xwezayê birîndar û talan dikin, divê bi rêya  yasa ve were ceza kirin. Lê parêzvanên xwezayê bi vî erkê xwe na rabin. Erkê rêxistinên civaka sivîl,  bi taybet parêzerên jîngeh û xwezayê ne ku dengê xwe yên nerazî bilind bikin. Erkê wane ku ji bo mafê giştî û ceza dayîna kesên li hember xwezayê sucdar, zext li ser desthilata dadwer dibin çêkirin.”

 

 

Her wiha Sara Serdar di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî got: “Parêzerên yasa bi xwe yasa dixin bin gumanek mezin de. Bi hinceta bilind kirina dengê nerazî û zext xistina li ser desthilata dadwerî, destwerdan li dijî doza Hevserokê Rêxistina Xwezayê hatiye kirin.”

 

Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Em wek rêxistin, Komele, Navend, tor û kesayet girtina û destwerdana doza Serwer Qeredaxî şermezar dikin. Li hember biryar û helwesta  desthilata dadwerî ya Derbendîxan, nerazîbûnên xwe nîşan didin.”

 

Di çalakiya navçeya Kelar de jî heman daxuyanî hate xwendin.

 

Hêjayî gotinê ye ku îro Serwer Qeredaxî li dadgeha Derbendîxan bihatibûya dadgeh kirin. Lê ji bo sibe hat taloq kirin.

 

Kelar

 

Derbendîxan