Jinên gundekî Rewanduzê dewreya dirunê bi dawî kirin

44

 

 

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM/  REWANDUZ

 

Duh êvarî li gundê Dergele ya ser bi navçeya Rewanduzê ya  girêdayî Hewlêrê, dawî li dewreya 15 rojî ya dirunê hat. Di dewreyê de 25 jin amadebûN. Dewre ji aliyê hinek çalakvanan ve hatibû rêkxistin. Di dawî de bawername li ser jinan hat belav kirin.

 

‘Dikare bibe çavkaniya debarê’

 

Girêdayî dewreyê  Çalakvan û Serpereştyara Dewreyê Kurdistan Eshed ji ajansa me re ragihand ku armanca wa bihêz kirina  hêza jinane û ew dixwazin ji bo wê kar  bikin ku jin pişt bidin hêza xwe.

 

Her wiha Kurdistan Eshed got: “Ew jinên ku tevlî dewreyê bûne, gelek sud wergirtin. Baş fêr kirin, mamsota girîngî bi wan da û pîşeyê wan bi wan da hez kirin. Ez di wê baweriyê de me ku eger di dema pêş de dirunê berdewam bikin, wê bibe çavkaniya debara jiyanê.”

 

‘Pêwîste rêxistin zêdetir piştgiriya jinan bikin’

 

Li her heman mijarê Mamosteya Dewreyê Munîre Bekir jî ev gotin kir: “Ji bo fêr kirina wan me gelek hewl dan da. Ew jinên ku tevlî dewreyê bûne, sudek baş derbarê dirunê de wergirtin. Hêvîdarim ku kêrhatinên xwe dewam bikin.”

 

Munîre Bekir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste çalakvan û rêxistin zêdetir piştgiriya jinan bikin, bi taybet jinên li gundan û dûr. Da ku bikarin pişta xwe bidin xwe û pîşeyê xwe wek çavkaniyekî dabara xwe bikar bînin.”

 

Jina bi navê Kaniyaw Mistefa keyfxweşiya xwe ya ji bo tevlîbûna dewreyê anî ziman û got: “Mamosteyan em baş fêr kirin ku cil çawa tên dirun. Di çend rojan de gelek agahiyên baş wergirt. Eger em berdewam bikin, emê di demên pêş de di dirunê de pispor bin.”

 

(rn)