‘Jinên Herêma Kurdistanê dixwazin bibin xwedî aboriyek serbixwe’

35

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ Û QEREÇOX ENWER/ ROJNEWS

Piştî derketina krîza aborî ji sala 2014’an ve, li Herêma Kurdistanê liv û tevgera kar kirina jinan zêde bûye. Beşek ji wan jinên ku kar dikin jî, mijulî karê hunera destin. Bi vê yekê jî debara xwe dikin.

 

Jina bi navê Nuxşe Seyfedîn ji bajarê Helebce ku ev 30 sale karê dest dike, wiha ji ajansa me re axivî: “Her ji zaroktî de keyfa min  jî karî re dihat. Hêdî hêdî ez li gel hevalên xwe pêre mijul dibun û heya niha dewame.”

 

Nuxbe Seyfedîn li gel ku karmende, zarokan perwerde dike jî, karê malê  dike û dibêje wê ji bo hemû karan dem veqetandiye.

 

Jina bi navê Sena Fatih ku zanîngeh qedandiye, diyar kir ku ev nêzî 10 sale karê dest dike û got: “Zêdetir hewl didim ku kelupelên zêde yê di nav malê de bikar bînim. Ji bo ciwaniyê ez tiştên din jê derdixînim.”

 

Sena bi kaxezên  bi reng sepet  û cihên çiklêtan  û hinek tiştên din yên ji bo ciwaniya malan çêdike. Hinek caran jî weke diyarî dide heval û xizmên xwe, hinekan jî di firoşe. Li ser karê xwe Sena Fatîh ev gotin kir: “Min di Facebookê de  rupelek taybet ji bo karê hunera dest çêkiriye û bi rêya daxwazan ez berhemên xwe digihînim cihê pêwîst. Ev jî ji  bo berhemên min bazarek biçûke.”

 

Sena Fatih  diyar kir ya baş ewe ku jin bi xwe kar bikin, debara jiyana xwe peyda bikin.

 

Jina bi navê Jiwan Ehmed ya ji Silêmaniyê ku bi rêya berhemên xwe, debara jiyana xwe dike destnîşan kir ku nirxê ew berhemên kevin ku ew çêdike kêmtire ji berhemên ku ew dikire, nujen û dîzayn dike.

 

 

Jiwan Ehmed ji jinan xwest ku di çarçoveya malê de nemînin, hewl bidin kêrhatin û hêza xwe nîşan bidin û bibin xwedî aboriya serbixwe.

 

 

Li ser heman mijarê Şêwekar Awêzan Osman jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez zêdetir karê şêwekarî dikim. Lê niha wek hez kirin û karê min, ez karê nexiş û moriyan dikim û berhemên xwe di firoşim. Ji bo pêwîstiyên rojane hinek pere qezenc dikim.”

 

 

Derbarê di niha de kar kirina jinan bi taybet karê hunera dest de Aborînas Şîlan Bibanî ev gotin kir: “Bi derketina krîza aborî  li Herêma Kurdistanê, bê hêvîbûna tayîn bûnê, kêmbûna kar bi qasî ji sedê 80’ê, her wiha pêşketin û dîtina cîhanê bûye sedem ku jinên Kurd zêdetir derkevin qada kar kirinê. Li gel wê jî ji bo bi destxistina dahata serbixwe hewldanên girîng didin.”

 

 

Her wiha Şîlan Bîbanî got: “Di kevin de jinan di hêla çandinî û pîşesazî de kar kirine. Lê niha hewldanên zêdetir didin û hewl didin dahata wan ya serbixwe hebe.”

 

Şîlan Babîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin nîvê civakê ye. Ji ber wê nabe nîvê civakê bê kar be. eger ev rûbide wê civakek bê kar çêbibe.”