Li Elmanya, Hollanda û Yewnanîstanê çalakiyên ‘Azadî ji Ocalan’ re

43

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Kurdistaniyên derveyî welat yên li bajarên Berlîn û Bonnê yên Elmanyayê, li bajarê Amsterdam ê Hollandayê û li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û azadî ji Ocalan re xwest.

 

 

Berlîn

 

Kurdên li paytexta Elmanya Berlînê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî lidarxistin.

 

Meş ji aliyê NAV-DEM Berlînê ve hate organîzekirin û bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya DESTDAN hate lidarxistin. Di meşê de komkujiya ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê kir, hate şermezarkirin. Komek ji Kurdistaniyên ji rojhilat jî tevlî meşê bûn.

 

 

Parlamenterê Dîe Lînke yê Parlamenta Eyaleta Berlînê Hakan taş jî beşdarî beşa li Hermannplatzê bû û ji Kurdistaniyan re axivî.

 

Li dû meşa du saetan, çalakî li ber avahiya Şaredariya Neûkolnê qediya.

 

Bonn

 

Kurdistaniyên niştecihê Bonn ê jî bi heman armancê mîtîng û meşeke ‘Azadî ji Ocalan’ re li darxistin û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.

 

Navendên Civaka Demokratîk ên li Koln, Bonn û Dusseldorfê çalakî organîze kirin û Kurdistanî û dostên wan ên li van bajaran tevlî bûn. Meşê ji Mulheîmer Platzê dest pê kir û bi qasî saetekê dewam kir. Kurdistanî piştî meşa saetekê vegeriyan cihê jê dest pê kirin e û li vir mîtîngek pêk anîn.

 

Hevserokê PYD'ê yê Bonnê Saleh Çawiş li vir peyivî û destnîşan kir, ku Rêberê PKK’êe Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve li Îmraliyê be jî, felsefeya wî li derve ye û li her qada jiyanê bi gelê Kurd re ye.

 

 

Di meşê de ji bo dilsoziya bi Ocalan re bê navber dirûşm hatin qîrîn. Mîtîng bi stranên Hozan Comerd qediya.

 

Atîna

 

Kurdistaniyên paytexta Yewnanîstan Atînayê li meydana Syntagma li hev kom bûn û bi armanca azadî ji Ocalan re stand vekirin û belavok belav kirin.

 

 

Girseya gel ber êvarê dest bi meşê kir û bi navê Meclîsa Gel a Atînayê û Meclîsa Jinê bi zimanên Yewnanî û Kurdî axaftin hatin kirin. Qisekeran daxwaza azadiya Ocalan kirin.

 

Meclîsa Gel a Lavrîonê jî meşek li dar xist. Meşê ji kampa Lavrîonê dest pê kir û heta navenda bajêr dewam kir. Di meşê de daxuyaniyek hate dayîn û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

 

Amsterdam

 

Ji bo azadiya Ocalan li paytexta Hollanda Amsterdamê jî meşek hate lidarxistin. Bi qasî 300 Kurdistanî û kesayetên sosyalîst tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî hate kirin.

 

 

Çalakî bi mîtînga li Mûseûmpleînê qediya.

 

(bz)