Li Mendelî xwepêşandan: Ala Herêma Kurdistanê hat şewitandin

43

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ MENDELÎ

 

Der barê xwepêşandan û armanca wê de Serokê Encumeniya Şaredariya bajarokê Mendelî Azad Hemîd Şikûr ku ji ajansa me re axivî, got; “Beşek ji welatiyên eşîrên Ereb ên li nav Mendelî û derdora wê, li gel hêzên Heşdî el Şeebî dijî pêkanîna referandûmê ya li vir xwepêşandan lidar xistin.”

 

‘Ala Herêma Kurdistanê şewitandin’

 

Azad Hemîd Şikûr got; “Xwepêşandêran diyar kirin ku ew bi ti şêwey qebûl nakin li Mendelî referandûm pêk were û referandûmê red dikin. Her li nava bazara bajarok de çend alên Herêma Kurdistanê anîn xwarê û şewitandin.”

 

Her wiha Azad Hemîd Şikûr daxuyakirin ku hêzên polîsên parêzgeha Diyala û navçeyên herêmê ji bo aramîkirina rewşê destwerdana xwepêşandanê kirine û xwepêşandan bi dawî bû û got; “Li gor agahiyên ketin dest me, Heşdî el Şeebî hêzek zêde aniye sînorê Mendelî û herêmê.”

 

(rn)