Li Mexmûr 10. Konferansa perwerde û hînkariyê destpê kir

45

 

 

MEXMÛR/ ROJNEWS

 

Îro di saet 08.00’an de li salona konferansê ya wargeha Penaberan ya Mexmûrê 10. Konferansa qada perwerde û hîndekariyê bi dirûşmeya ‘Bi çanda Nalînan perwerdekirina civakê misogeriya civaka azad e’ û tevlîbûna 230 deleyan destpê kir.

 

Konferansa qada perwerde û hîndekariyê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyê azadiyê destpê kir. Di konferansê de axaftina vekirinê ji aliyê endama rêbeberiya qada perwerde û hîndekairyê Rojda Serhed ve hate kirin. Rojda Serhed di destpêka axaftina xwe de 10. Konferans li tevahî mamoste, gelê wargehê û bi tayîbetî li Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Ji bo ku em rê li pêşiya tevahî reng û cûreyên êrîşên ku li ser ziman, çand û civaka me têne meşandin bigirin, berpirsiyartiyekî mezin j ime mamosteya tê xwestin. Em dibînin ku her tim dijminê gelê Kurd û mirovahiyê bi rê û rêbazên cûr bi cûr lîstokên xwe yên gemar li ser civak û gelê me dide meşandin. Lê berxwedan û tekoşîna gelê me nehişt ku ev vîna bi pêşengtiya rêberê mirovahiyê Rêber Apo û tevgera azadiyê dayî destpê kirin heya roja me ya îro hatiye û her ku diçe mezin û bilindtir dibe.”

 

Herî dawî jî Roja Serhed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev 40 sale bi pêşengtiya Rêber Apo û tevgera azadiya gelê Kurd gelê me rastiya xwe naskir û bûne xwedî vîn. Îro jî mirov berhemên vê tekoşîn û berxwedanê li gelek cihên weke Rojava, Bakûr, Başûr, Rojhilat, Zindana û li Hermên Parastina Medyayê ev rihê berxwedêr her ku diçe mezin dibe û li tevahî cîhanê belav dibe. Ji bo wê di dawiyê de ez cardin 10. Konferansa qada perwerde û hîndekariyê li Roberê mirovahiyê, berxwedêrên zindana, berxwedêrên di her qada berxwedanê de têdikoşin û li mamoste û gelê wargeha şehîd Rustem Cûdî pîroz dikim.”

 

Piştî axaftina endama rêberiya qada perwerde û hîndekariyê Rojda Serhed, konferans bi hilbijartina dîwanê û xwendina perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan dewam kir.

 

 

 

(ha-eg/rn)