Li Seyîqsadiq piştgiriya ji bo misilmanên Burma

45

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

Welatiyên navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê vê êvarê  bi çalakiyekê piştgirî dan misilmanên Burma yê.   Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji di çalakiyê de amade bûn. Di çalaliyê de êrîşên li ser misilmanên Burmayê hatin  şermezar kirin.

 

Di çalakiyê Serokê Şaxê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Seyîqsadiq  mele Xazî Mihemed axivî û wiha got; "Nabe bi ti sedeman mirov bên kuştin û bibin qurbanê nijadî. Weke mînak ji ber nîjadê gelekê Kurd gelek qurbanî dane. Em ji ber bûyerên wiha yên li cîhanê rû didin bi fikarin. "

 

 

mele Xazî Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha got; "Weke gelê Kurd, li Helebce û Germiyan em li ber çavên welatên bi bihêz ên cîhanê hatin komkujî kirin, ji wê demê ve em bi êş û azarên dijwar hesane, ji ber van êşan em nikarin li hemberî kuştina misilmanên li welatê Burma bêdeng bimînin. Weke welatiyên Seyîdsadiq daxwazê dikin ku li hemû cihî kuştina mirovan û bûyerên tirsê bi dawî bên. Em daxwazê ji Netewên  Yekbûyî dikin ku van tewanên li hemberî mirovahiyê pêk tên şermezar bikin. Herwiha em daxwazê dikin ku welatên cîran jî sînorên xwe ji bo koçberan vekin."