‘Ne yekbûna Kurdan ji nebûna aqileke hevpar a netewiye’

51

 

 

RÊBER KAPAR-ŞOREŞ BENEK / SILÊMANÎ

 

 

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Serhed Varto ku tevî şandeyekî bi navê KCK’ê li Başûrê Kurdistanê dest bi rêze hevdîtinên ji bo yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî kiriye di hevpeyvîneke taybet ya li gel ajansa me de nexşe rêya KCK’ê ya ji bo yekîtiya netewî, feraseta wan yekîtiya netewî û projeyên wan yên ji bo lidarxistina kongreya netewî û çareserkirina pirgirêka Kurd li çar beşên Kurdistanê nirxand û pirsên me yên têkildarî mijarê bersivand û got: “Sedema ne pêkhatina yekîtiya netewî ji ber netew bûna Kurd ava nebûye ye û zêhniyeteke hevpar a netewî çênebûye ye. Yanî niha pirsgirêka sereke ya Kurdan ne çêkirina yekîtiya xwe ye. Ev meseleyek kûr e û divê em jî li gorî vê kûr bûnê nêzî meseleyê bibin.”

 

 

Heya niha gelek hewldan û xebatên KCK’ê ji bo yekîtiya netewî çêbûn lê, her timî ji ber hindek astengiyan negihiştin encamê. Ancax em dibînin ku hun di pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd de bi israrin. Sedema ev israra we çiye?

 

Yekîtiya netewî pirsgirêka sereke ya Kurda ye. Eger heya niha Kurd di serhildan û têkoşîna xwede serneketibe sedema wê ne avakirina yekîtiya xwe ya netewiye. Tevî ku her timî hewldaneke mezin ji bo pêkanîna yekîtiya netewî hatine kirin jî ticarî ev hewldan negihîştine serî. Çima? Di nava gelên din yên cîhanê de yekîtî hîn hêsantir û zûtir pêk tê. Gelo di Kurdan de çima ev bi heman awayî pêk nayê, pirsgirêkeke cidiye. Sedemên ne pêkhatina yekîtiya netewî di Kurdan de hîn kûrtir e. Ji lewma divê em kûr nêzî meseleyê bibin û lêpirsîn bikin.

 

‘Yekîtiya Kurdan weke yekîtiya partiyên Kurdan tê dîtin’

 

Heya niha yekîtiya Kurdan her timî weke yekîtiya partiyên Kurd hatiye fêm kirin. Hewldan jî her tim di vê çarçoveyê de çêbûne. Yanî her timî hewl hatiye dayîn ku partiyan bînin gel hev, pirsgirêkên navbera wan de çareser bikin û hindek tawîzan bidin hev.

 

 

Ma jixwe ne partiyên siyasîne astengî ji pêkhatina yekîtiyê re çêdikin?

 

Divê em partiyan weke astengî li pêşiya yekîtiya netewî jî nebînin, her wisa divê yekîtiya netewî weke yekîtiya partiyan jî neyê dîtin. Pirsgirêka yekîtiya netewî ya li Kurdistanê tê jiyankirin meseleyeke hîn kurtir e. Bi dîtina min pirsgirêka yekîtiya netewî ya li Kurdistanê bi netewbûna Kurd ve pêwendiya xwe heye. Bi rastî jî di giştî gelê Kurd de zanabûna netewî çiqas çêbûye. Divê ev baş were lêkolînkirin. Em ji bo baş were fêm kirin hindek nimûneyên berçav bidin. Mînak ev sed sale dewlet-netewa Tirk hatiye avakirin. Di serdema Osmaniyan de jî Tirk desthilatbûn. Mînak li Tirkiyê rastgir, çepgir, komînîst, sosyalîst û neteweperestê xwe jî di hindek xalan de weke hev difikirin. Çima weke hev difikirin? Ji ber zêhniyeteke wan a hevpar çêbûye. Di mijara qebûlkirina pirsgirêka Kurd û naskirina statûyeke ji bo Kurdan re de olperest jî di heman fikrê de ye, neteweperest jî di heman fikrê de ye CHP jî di heman fikrê de ye. Yanî çiqas partî li Tirkiyê hene, heba bêje tev di heman fikrê de ne. Ango divê Kurd neyên qebûl kirin û mafê wan neyê naskirin nêz dibin. Ev weke prensîbekî netewî dest digirin. Netewbûna xwe jî li ser vê fikrê ava dikin. Her wisa di mijara siyaseta derve ya Tirkiyê de jî çiqas nakokiyên navxweyî di navbera partiyan de hebin jî, dema meseleyek çêdibe hemû dibin yek û vêya weke meseleyeke netewî dest digirin. Awropa helwest li dijî Erdogan girt, hemû partiyên Tirkiyê li pişt Erdogan sekinîn. Ji ber netewbûna wan li ser wê fikrê ava bûye. Kî di desthilatiyê de be, siyasetê ew diyar dike. Yanî xetên wan yên sor hene.

 

Xetên sor yên Kurdan hene?

 

Gelo xetên sor yên Kurdan heye? Yanjî çarçoveyeke hatiye diyarkirin û hemû hêz û tevgerên Kurdî li gorî vê çarçoveyê tevbigerin heye? Nexêr, tiştek wisa li holê nîne.

 

Çavkaniya xwe ji Kurdan digire, yan ji parçebûna ku dijminên Kurdan çêkiriye digire?

 

Kurd di dîrokê de nekarîne zêhniyeteke hevpar a netewî ava bikin. Mînak Kurdekî Kirmaşanê, Kurdekî Dêrsimê, Kurdekî Efrînê û Kurdekî Kerkûkê wekhev nafikirin. Ew zêhniyeta hevpar çênebûye. Netewbûn tê avakirin. Ne ezele ne jî ebed e. Netewbûn asteke civakbûnêye. Lê, Kurdan di dîrokê de nekarîne asta civakbûnê ava bikin. Di sedsalên 18.19 û 20’an de li Ewropa û gelek deverên din yên cîhanê dewletên bi giranî weke dewlet-netewe avabûn lê, Kurdan netewa xwe ava nekirin. Ne feraseteke Kurdan ya wisa hebû, ne jî asteke wê civakbûnê ya bikare netewbûnê ava bike hebû, ne jî pêşengên wan yên bikarin fikreke wisa pêşbixin û pêk bînin hebûn.

 

‘Sîstema sînîr ya Kurdan ne temam nebûbû’

 

Ji lewma serhildanên Kurdan parçe parçe man. Jixwe Kurd heya wê demê jî ti carî tam yekîtiyekî çênekibû ku parçe bibe. Jixwe di warê rêxistinî, zêhnî û pratîkî de jî yekbûnek di navbera Kurdan de tinebû. Sîstema sînîr ya Kurdan temam nebûbû. Ji ber wê dema li Dêrsimê dida Kurdê Kirmaşanê bi vêya nedihesiya. Netewbûna avakirina ew sîstema sînîre ku di bedena mirovan de jî heye. Dema cihek di êşe cihê din jî hîs dike û reflekseke hevpar dide. Tişta sereke ya niha li pêşiya Kurdan astenge jî dîsa ev e. Helbet niha weke çend sedsal berê nîne, netewbûn di Kurdan de pêşketiye û asta zana bûna Kurdan jî pêşketiye. Ancax hîna jî pirsgirêkên cidî di vê mijarê de hene. Ji lewma divê meseleya yekîtiya netewî weke meseleya tevahî netewê were dîtin ne weke meseleya partiyên siyasî were dîtin.

 

Divê em Kurd tev di nava xwede li ser van mijaran nîqaş bikin û li gorî vêya jî bigihijin fikreke hevpar a netewî. Dema tiştek wisa pêk were wê demê partiyên siyasî jî mecbûrin li hev bicivin.

 

Mebesta we ji xetên sor çiye?

 

Jixwe KNK vê nîqaşê da destpêkirin. Hewldaneke başbû. Me jî weke Tevgera Azadiyê got, hewldana yekîtiya netewî ji kî were bila were emê piştgiriyê bikin û bi awayake çalak jî beşdar dibin.  Em weke KCK’ê dixwazin van prensîban û xetên sor hem li gel aliyên siyasî guftûgo bikin, hem jî li gel hemû beşên civaka Kurd nîqaş  bikin. Nîqaş ne tenê bi partiyan re wê bi giştî civakê re jî were kirin û prensîbên yekîtiyê wê di wan nîqaşan de zelal bibin.

 

Di civaka Kurd de şiyarî û refleksên netewî ji yên partiyan bihêztir û hişyartir e. Hun vêya çawa dinirxînin?

 

Di nava civakê de heya astekî hestê netewî pêşketiye. Têkoşîna ku Kurd didin, asteke wisa derxistiye holê. Yekîtiya netewî ne tenê bi xebatên netewî têkirin, têkoşînên ku li Kurdistanê hene, yekser dibe sedem ku di warê netewî de jî guhertin pêk werin. Di nava gel de ferasetên netewî pêş dikeve. Bê guman astengî jî li pêşiya wê hene. Partîparêzî, eşîretperestî, mezhep perestî, herêmparêzî jî pêşî li pêkhatina yekîtiya netewî digire. Armanca vê xebata tê meşandin jî ji bo rakirina vêyaye. Li şuna  ku ev nasnameyane yekîtiya netewî asteng bike, berovajî divê bihêztir bike. Pêvajoya yekîtiya netewî bi awayek pêşdikeve ku kes nikare pêşî lê bigire. Yên ku dixwazin ji bo berjewendiyên partî, eşîret û beşek civakê astengiyan li pêşiya yekîtiya netewî çêbikin, wê ser nekevin. Wê li ber pêla yekîtiyê bikevin û yekîtiya netewî wê bigihije armancê.

 

Gelo pêşniyarên we yên çareseriyê, ji bo ev parçebûna di navbera partî û rêxistinên Kurd  de rabe heye?

 

Kurd û Kurdistan ji gelek pêkhateyan pêk tê. Ev tiştek xwezayiye. Dema ku em dibêjin Kurd, di nav de Kurmanc, Soran, Zaza, Kelhor, Lor, Hewramî û hwd. hene.cih digirin. Li aliyekî din bawerî û mezhebên cûda yên weke musilmanên Sunî, Şîe, Êzidî, Elewî, Kakeyî, Yaresan hene û gelek rengên cûda hene. Ev reng ne cihêkariye. Ev dewlemendiya Kurdan e.

 

‘Wê netewbûna Kurd cûda pêk were’

 

Her wiha dagirkeriyê Kurdistan kiriye çar parçe. Ji ber vê jî bi dehan partiyên siyasî bi fikrên cûda cûda hene. Wê netewbûna Kurd ne weke netewbûna Tirk, Fars, Ereb û welatên Ewropa be. Dema li dîrokê jî temaşe dikin dibînin ku avabûna dewlet-netewekî li Ewropa di encama tinekirina gelek netewan ango kêmnetewan de pêk hatiye.  Hemû dewlemendiyên di nav xwe de ji bo ava kirina netew dewletê ji holê rakirin. Netew dewletên Fransa, Elman, Înglîz wisan derketin holê.  Di netew dewletên Tirk, Fars û Ereban de bi heman awayî ye, dixwazin netewên weke Kurd, Beluc, Çerkez û weke din di nava xwe de bihelînin. Ev tê wateya qirkirina netewan. Wê netewa Kurd wiha nebee. Wê Kurd van hemû dewlemendiyên xwe bidin jiyîn û wê li ser vêya netew bûna xwe ava bike. Ev yek jî gengaz e.

 

Di nava evqas parçebûna fikrî de, hevparbûneke zêhnî pêkan e?

 

Bêguman gengaze. Eger kesek ji eşîrê zilm dît û yê din wî êşê hîskir, ew ji heman eşîrêye. Eger yeke Kurd li cihekê zilm dît û me ew êşa wî hîs kir, em wê demê Kurd in. Eger mirovek li cihek dinyayê zilmek dît û me ew êşê hîs kir, em mirov in. Ev hemû di qonaxên civakbûnê  re derbas dibin. Divê mirov destpêkê asta eşîretperestiyê derbas bike û nasnameya netewbûnê û ji wir jî nasnameya mirovbûnê di  xwede ava bike. Evane hevdû red nakin. Em netewbûna Kurd esas digrin, Hewreman bi Hewremantiya xwe, Êzidî bi Êzdîtiya xwe, hemû kes bi çand û baweriya xwe, li ser esasê nasnameya Kurbûnê digihin hev.

 

‘Serhildanên Kurdan ne bi navê Kurdan bi navê lîderên serhildanê hatine nasîn’

 

Gelek serhildanên di Kurdistanê de çêbûn, yek ji wan bi nasnameya serhildanên Kurd nehat nas kirin. Bi nasnameya pêşengê serhildanê yên wek serhildana Bedirxaniyan, serhildana Şêx Mehmûd û hwd di hat nas kirin. Dema ku netewbûn tam ava nebe, wê demê rêxistin û çalakî jî çênabe. Îro heya astekê derketiye holê, lê kême. Divê em di van nîqaşan de wan jî derbas bikin. 

 

‘Berê hinek digotin, em xwe ji bo Êzidiyan nadin kuştin’

 

Gelê Êzidî di sala 2014’an de di komkujiyekî re derbas bû. Gelek kesên ku pêwîst bû Êzidiyan bi parast bûya, gotin em xwe ji bo Êzidiyan nadin kuştin. Ev hişmendî Êzidî weke Kurd nedîtine. Niha beşek ji civaka Kurd xwe Kurd nabînin, yan jî beşek din yên Kurd jî wan Kurd nabînin. Bi vî awayî yekîtiya netewî pêk nayê. Berî her tiştî divê zêhniyeta wê were ava kirin. Li ser wî jî mirov dikare bi hêsanî yekîtiya netewî ava bike.

 

Di nava nexşe rêya we de îşaret bi dîplomasiyek hevpar hatiye kirin. Girîngiya dîplomasiyeke hevpar çiye?

 

Dem ji ava bûna yekîtiya netewî re pêwîste. Divê her tim kar û xebat ji bo wê werin kirin.  Dema ku dîplomasiyek hevpar were ava kirin, wê siyaset bi navê hemû Kurdan were kirin. Wê bi wê re berjewendiyên netewî bikeve pêşiya berjewendiyê partiyan. Niha her partiyek li gorî siyaseta xwe dîplomasî dike. Dema ku hinek partiyên siyasî bi hêzên cûda re dîplomasiyê dikin, ew dîplomasî, dijminahiya Kurdan dike û zererê dide. Dibe ku partî bi xwe jê sud werdigre, lê netew zererek mezin dibîne. Ji ber wê dîplomasiyek hevpar pêwîste. Dema ku dîplomasiyek hevbeş were ava kirin, wê di wî çarçoveyî de têkiliyan pêşbixe û li gorî berjewendiyê netewî be. Di aliyek din de, çêbûna dîplomasiya hevbeş a Kurdan, Kurdan di Rojhilata Navîn de dike, hêzek mezin. Wê hemû dewlet jî li gorî wê nêzî Kurdan bibin.

 

‘Eger dîplomasiyeke hevpar hebe kes nikare Kurdan ji bo xwe bikarbîne’

 

Niha her kes dixwaze hêza Kurdan li gorî siyaseta xwe bikar bîne. Ji ber ku Kurd parçene wisan dikin. Divê kes siyaseta Kurdan diyar neke. Pêwîste Kurd siyaseta Amerîka û Ewropa ya der barê Kurdan de diyar bike. Eger Amerîka di mijara Kurd de bê siyaset be, sedema wê Kurd bi xwe ye. Eger Amerîka Kurdan weke amur yan jî weke mutefikekî stratejîK yê xwe bibîne sedema  wê Kurd bi xwe ye. Eger Kurd bibin yek, Amerîka, Rusya, Ewropa û dewletên dagirker neçarin li gorî vêya siyasetekî Kurd esas bigirin.  Wê demê kes nikare weke amûr û bi awayeke taktîkî nêzî Kurdan bibe, neçare bi awayek stratejîk danûstandinê li gel bike.

 

‘Kes dijminahiya bi Kurdan re nade berçav’

 

Dema ku mirov li rewşa Rojhilata Navîn dinêre, kes dijminatî bi Kurdan re nade berçav, wê hewl bidin dostaniyê li gel Kurdan bikin. Lê, mixabin rewşa Kurdan ya niha zemîneke baş dide dijmin. Tu dagirkerek nabêje ez dijminê Kurda me. Dagirkerê Tirk û hikûmeta AKP’ê dijminatî dike, lê nabêje ez li dijî Kurdame, dibêje Kurd birayê me ne, dibêje ez dijminê PKK, YPG û PYD’ê me. Îran jî dibêje dostaniya min bi Kurdan re geleke, dijminatiya min bi PJAK’ê û partiyên din re ye. Bi heman awayî rejîma Baasê li bexda cih dabû hinek hevkarê xwe û di got ez dijminê şoreşa Kurdanim. Başe Eger PKK, YPG, PJAK, Komele, PDK’Î, YNK û PDK ne kurdin kî Kurdin? Wê demê di holê de Kurd namînin. Parçebûna Kurdan dibe sedem ku dagirkerên Kurd li ser Kurdan siyasetê bike. .

 

Di van demên dawî de Meclisa Xweser a Şengalê projeyek xweseriya demokratîk pêşkêş kir.  Di çarçoveya Iraq û Herêma Kurdistanê de Şengalek xweser, dibe?

 

Çareserkirina pirsgirêka Şengalê bi awayek demokratîk, dikare bibe bingeha avabûna Iraqek demokratîk û Kurdistanek federal.  Şengal civakek taybete. Parçeyek Kurde lê, taybetmendiyên xwe yên cûda hene. Şengal di hêla cografîk de jî taybet e. Ji bo gelên din li wê derê dijî cihek taybet e. Dikarin xwe li gorî taybetmendiyên xwe rêxistin bike. Niha Şengal hem weke parçeyek Kurdistanê hem jî weke parçeyek Iraqê ye. Heman tişt ji bo civakên din ên weke Asurî, Suryanî, Şebek, Kakeyî, Tirkmen û weke din jî debas dibin. Dikarin xweseriya xwe di nava federaliyetê de û federaliyet jî di nava konfederasyonê de ava bikin û rêve bibin. Ev ne tenê mijarek siyasiye. Di heman demê de mijarek çandiye jî. Eger Êzidî xweserî û rêveberiya xwe nebe û parastina xwe nekin, wê çend salan hebûna xwe berdewam bike. Ji xwe niha sîstema dinyayê wisane ku weke dêwan her kesê dixwe. Sîstema kapîtalîst hemû civak û çandan tine dike.  Heman tişt ji bo hemû civakan derbas dibe. Eger Kurd nifûsa xwe ya 40 milyonî zêdetir bi statu neke, wê di nava 30 salan de hebûna Kurdan jî bikeve metirsiyê. Eger derfetên xwe rêvebirinê, pêşxistina aborî û parastinê nebe, nikare demdirêj hebûna xwe dewam bike. Projeyek li Şengalê hatiye pêşxistin, ev proje ji bo hemû Iraqê û federaliya Herêma Kurdistanê modelek çareseriyê ye.

 

We çima hevdîtinên xwe ji Başûrê Kurdistanê da destpê kirin, sedema wê çiye?

 

Başûrê Kurdistanê ji bo şoreşa Kurd cihek girîng e. Gelê me her timî li vê beşê Kurdistanê têkoşaye û hinek destkeftî jî bi dest xistiye. Lê dijmin jî dixwaze ji bo têkbirina şoreşa Kurd, Başûrê Kurdistanê bikarbîne. Bi taybet lîstokên mezin ên Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê heye. Di heman demê de welatparêzên Kurd dixwaze, Başûrê Kurdistanê bibe bingeha hêzgirtina şoreşên Kurdistanê. Gelek sazî û rêxistin li Başûr bi wî awayî nêzîk dibin. Ji ber wê em dixwazin Başûrê Kurdistanê bikin feraseta pêkhatina yekîtiya netewî û hemû lîstokên dijmin li vir têk bibin. Emê van xebatên xwe ne tenê li Başûr pêşbixînin, peywendiyên me bi şêwazên cûda bihemû parçeyên Kurdistanê re wê hebin.