Qubad Talebanî li gel koma YNK’ê ya li Parlamentoya Iraqê civiya

38

 

 

HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Li gor çapemeniya fermî ya YNK’ê piştî civîna YNK û PDK’ê, Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û endamên Koma Kesk (Koma YNK’ê li Parlamentoya Iraqê) li Polîtburoya YNK’ê ya bajarê Hewlêr civiyan.

 

Hêjay gotinê ye ku îro saet 12:00’ê li bajarê Hewlêr şanda YNK’ê ku ji Berpirsê Desteya Rêveber a Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre û Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêk dihat li gel PDK’ê civiya. Şanda PDK’ê ji Cigirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî, endamên Polîtburoya PDK’ê Roj Nûrî Şaweys û Azad Berwarî pêk dihat.

 

 

Li gor agahiyên hatin girtin, di civîna PDK û YNK’ê de li ser mijara aktîfkirina parlamentoyê û ew 7 xalên civîna pêştir de ji aliyê encumeniya rêveber a YNK’ê ve li ser aktîfkirina parlamentoyê hatîn qebûlkirin, guftûgo were kirin.

 

(rn)