Şervanan taxa Mirûr ya Reqa rizgarkirin: 47 çete hatin kuştin

48

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji doh heta sere vê sibê li taxên Mirûr, Emîn, Nehda, Sekene û Mansûr a li navenda bajêr şerên dijawar rû da û di nava van saetan de jî şer didome. Hate ragihandin ku di encama şereke dijwar ya çend rojan de taxa Mirûr bi temamî ji çeteyan hate paqij kirin. Her wisa 47 çete jî ji duh ve hatine kuştin.

 

Herwiha li taxên navborî gelek çek û cebilxane ket destê şervanan. Çekên ketî dest wiha nin: Çekek doçka, 4 çekên RBC, 4 hezar mermiyên kalaşnikof, 3 hezar û 500 mermiyên BKC.

 

Şervanên QSD herwiha li Taxa Mansûr balafirek keşfê xistin xwarê û 2 erebeyên bombebarkirî li Taxa Sekene beriya ku bigihêje armancê ji aliyê şervanan ve hate desteser kirin.