Trajediya kolberan mora xwe li festîvala Şanoya Kuçeyan da

50

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Festîvala Şanoyê ya Kuçeyan a Navneteweyî ya Merîvanê ku her sal li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, di roja duyemîn de berdewam kir. Di destpêka festîvalê de lîstîkeke li ser drama kolberên Rojhilatê Kurdistanê jî hate nîşandan.

 

 

Di festîvalê de li gel Rojhilat û Îranê ji Brezîlya, Spanya, Fransa, Azerbeycan, Başûrê Kurdistanê 362 lîstikvan û derhêner tevlî festîvalê dibin. Di roja pêşî ya festîvalê de komên ji Rojhilatê, Başûrê Kurdistanê û Azerbeycanê hatin lîstikên xwe lîstin.

 

 

Kuştina kolberan a bi destê rejîma Îranê mohra xwe li festîvalê xist. Şanogerên kuçeyan ên ji Karaj û Amolê hatin lîstikeke bi mijara kolberan lîstin. Duh jî lîstikên bi mijarên zarokên karker, nexweşiya AÎDS’ê, bi mijara sirûşt û dîn hatin lîstin.

 

 

Li Meydana Şanoyê ya li qiraxa gola Zirêwarê îro jî gelek şanoger ên ji welatên cihê lîstikên xwe dilîzin.

 

Gelê Merîwanê jî eleqeyeke mezin nîşana lîstikên şanoyê dan.

 

(bz)