Tûnis wê tava xwe bifiroşe Ewropayê

39

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şîrketa enerjiyê ya bi navê TuNur’ ku navenda xwe li Londonê ye xwe amade dike li çola Tûnisê parkeke enerjiya tavê damezrîne. Wê ji enerjiya tavê ceyranê hilberînin û ceyrana dihilberînin jî bifiroşin welatên Ewropayê. Têgotin ku eger ev proje pêk were wê bibe projeya herî mezin ya îxracata enerjiyê.

 

Projeya TûNur’ê ku pêşbînî dike, 4,5 GW ye. Ev proje wê bi panelên enerjiya tavê ceyrana ku were bidestxistin, bi kabloyên ceyranê yên li bin behrê de deynin re derbasê Amalta, Îtalya û Fransayê were kirin.

 

 Malîyeta vê projeyê jî 5 milyar Euro’ye. Her wisa eger hikûmeta Tûnisê projeyê erê bike, wê di sala 2019’an de destpê çêkirina wî bikin.  

 

 

(bz)