YNK û PDK li Hewlêr kom bûn

51

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Şanda YNK’ê ji Berpirsê Desteya Rêveber a Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre û Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêk dihat. Şanda YNK’ê ji aliye Cigirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî, endamên Polîtburoya PDK’ê Roj Nûrî Şaweys û Azad Berwarî ve hat pêşwazîkirin.

 

Civîna navbera YNK û PDK’ê de hîna didome û li gor agahiyên hatin girtin, di civînê de li ser mijara aktîfkirina parlamentoyê û ew 7 xalên civîna pêştir de ji aliyê encumeniya rêveber a YNK’ê ve li ser aktîfkirina parlamentoyê hatîn qebûlkirin, guftûgo were kirin.

 

(rn)