YNK û PDK li ser aktîfkirina parlamentoyê cara dawî sibe dicivin

56

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor heman malperê hat diyarkirin ku YNK’ê nexşerêya xwe ya dawî ji bo aktîfkirina parlamentoyê pêşkêşê PDK’ê kiriye û YNK li benda bersiva PDK’ê ye.

 

‘14’ê Îlonê wê parlamento bê vekirin’

 

Her wiha li  aliyek din jî çapemeniyên ser bi PDK’ê diyar dikin ku YNK û PDK’ê li hev kirine ku di 14’ê Îlonê de parlamento bê vekirin. Her wiha jî cara dawî jî wê hewl bidin Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê li ser aktîfkirina parlamentoyê razî bikin.

 

(rn)