‘Amadekariyên ji bo şêwira netewî ya Rojhilat temam bûne’

53

 

 

 

STOKHOLM/ ROJNEWS

 

Biryare roja 16 û 17’ê  Îlonê li paytexta Swêd, Stokholmê civîna şêwira netewî ya Rojhilatê Kurdistanê  bi tevlîbûna  partî, alî û çîn û pêkhateyan were lidarxistin.

 

Têkildarî amadekariyên civînê Endama KNK’ê  û Endama Desteya Amadekar ya Şêwira Netewî ya Rojhilatê Kurdistanê Kuwêstan Dawdê wiha ji ajansa me re axivî: “Hemû amadekarî temam bûne. Nêzî du mehên buhrî me têkilî  li gel beşdarvanan kir. Salon û hemu pêwîstiyên sereke hatine amade kirin.”

 

‘Hemu alî wê tevlî bibin’

 

Li ser tevlîbûna û redkirina aliyên siyasî ji bo civînê jî Kuwêstan Dawdê wiha got: “Kongreya  netewiya Kurdistanê weke  prensîb hertim serdana aliyan tê kirin. Hem li Kurdistan û hem jî li dervey Kurdistanê. Li gorî ku ez dizanim kes ne gotiye em nayên. Kongreya netewî ji bo hemuyane. Di cih de ye ku hemu alî tevlî bibe. Hinek zu yekîtiya netewî di hizirin û hinek jî dereng.”

 

Li ser hilbijartina Swêd ji bo civînê  jî Kuwêstan Dawdê got: “Ji ber ku li Rojhilatê Kurdistanê zilmek bê sînor ya Îranê heye, gelê Rojhilat nikare tevlî ti civînekê bibe. Dema ku civîna Rojhilat li Başûrê Kurdistanê  jî bê kirin, kesên Rojhilatî yên li Ewropa nikarin tevlî bibin. Gelek Kurdên dilsoz, çalakvanên siyasî, pêşmergeyên dêrîn niha li Ewropa ne. ji ber ku Stokholm navenda Ewropa û Îskandînavya ye me ew cih hilbijart.”

 

‘Eger em yekbuna, Îran ne dikari gelê me bi kuje’

 

Girêdayî rêjeya beşdarvanên civîna şêwira netewî ya Rojhilat jî  Kuwêstan Dawdê destnîşan kir ku ji ber bûdceya sînordar ya kongreyê, biryar hat dayîn ku 150 kes werin vexwendin û got ku ji wan jî 40 kursî ji bo partî, rêxistinên olî û sivîl hatiye diyar kirin û 60 kursî jî  ji  bo jinane.

 

Kuwêstan Dawdê axaftina xwe wiha domand: “Civînên bi vî awayî derfetên nû dide me ku ji nêzîk ve hevdu nas bikin. Eger em yekbuna, Îran ne dikarî bi hêsanî her roj kolber, çalakvanên me yên demokrat û siyaîs bi kuje. Ne dikarî gelê me bigre, bi tirsîne û welatê me talan bike.”

 

‘Divê em bersîva bê edaletiyane bidin’

 

Endama KNK’ê  û Endama Desteya Amadekar ya Şêwira Netewî ya Rojhilatê Kurdistanê Kuwêstan Dawdê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pirdengî û hevsengiya netewî girînge. Nayê wê wateyê ku em hemu li ser partiyekê yan olekê bin. Berovajî tê wê wateyê ku em hemu bizanin çarenusa me hemuyan yeke. Divê em bi hevre bersîva wan bê edaletiyane bidin.”

 

(rn)