‘Bê aktîfkirina parlamentoyê wê referandûm yasayî nebe’

41

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê kampanyayê Herdî Ehmed ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, wiha ragihand; “Armanca vê kampanyayê amadekarî û guftûgokirina li ser referandûmê ye. Her wiha armanc amadekariyên di çarçoveya yasayî û dengê giştî ji bo pêkhatina vê mijarê ye. Em dixwazin van hewldanan dewam bikin. Ji bo hîn zêdetir rêyek guncaw û biryara gel a li ser berjwendiyê serbixweyiya Kurdistanê bê girtine.”

 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser netevlîbûna PDK’ê ya ji bo civînê û wiha dewam kir; “Tişta cihê baldariyê ye, ewe ku PDK’ê bersiva kampanya me nedaye û endamên me pêşwazî nekir. Em dixwazin ku hemû pêkhateyên civakê û partiyên siyasî ji bo razîbûna dengê ‘Erê’ hewldan bikin. Belê di encama civînên gel aliyên peywendîdar hat kirin de, hemûyan ji diyar kirin ku bê aktîfkirina parlamentoyê referandûm wê yasayî nebe. Ji bo wê em hemû li ser vê mijarê hemfikir bûn. Xalek din jî hevbeşiya aliyan û niştîmanîkirina proseyê ye. Her wiha divê rewşa jiyana welatiyan jî bê baş kirin.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha jî hat gotin; “Her wiha aliyên siyasî hemû jî li gel serbixweyiya Kurdistanê di şert û mercên gundaw de ne. Diyar kirin ku xebat û têkoşînek dîrokî ji bo serbixweyiya Kurdistanê dane.”

 

Hêjay gotinê ye ku Kampanya ‘Ne Belê û Nexêr ji dervey biryara niştîmanî û saziyên fermî’ di 6’ê Tebaxa 2017’ê de bi pêşengiya Enstûtuya Work, Rêxistina Future  û tevlîbûna çend kesayetan hatiye avakirin.

 

(rn)