‘Bê Goran û Komel aktîfkirina parlamentoyê ne di berjewendiyê siyasî de ye’

37

 

 

 

Biryare ku di 14’ê Îlonê de parlamentoya Herêma Kurdistanê were vekirin. Li ser wê jî îro li bajarê Silêmanî Berdevkê Meclisa Siyasî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar Hemed fikrê Komeleya Îslamî yên li ser biryara vekirina parlamentoyê di  daxuyaniya çapemendiyê de eşkere kir.

 

Rêbwar Hemed di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: “Fikrê me li ser parlamentoya Herêma Kurdistanê zelale. Me vekiri gotiye pêwîste pirdengiyek nîştimanî hebe. Em qebul nakin bê Komeleya Îslamî û Tevgera Goran parlamento were vekirin. Eger hat vekirin, wê ne di berjewendiyê siyasta Herêma Kurdistanê de.”

 

Her wiha Rêbwar Hemed got: “Ew nîqaşên me yên ku li gel YNK’ê hene, ji bo wê yekêye ku ew xalên hevbeş, ji bo lihevkirinek siyasî bibe destpêk ku pirdengiyek siyasî û nîştiman çêbibe.”

 

YNK û PDK’ê biryar dane ku di 14’ê Îlonê de parlamentoya Herêma Kurdistanê were aktîf kirin.  Ji bo wê jî biryar dane ku piştre li gel Komele û Tevgera Îslamî kom bibin. Lê heya niha ne diyare wê Goran û Komele tevlî aktîfkirina parlamentoyê bibin yan na.

 

(rn)