Berpirsekî Tevgera Goran wefat kir

47

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro Tevgera Goran bi daxuyaniyek ji bo raya giştî  nûçeya wefata Endamê Civata Nîştimanî yê Tevgera xwe ragihand.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku îro  tekoşer û Endamê Civata Nîştimanî yê Tevgera Goran Heme Awat Şêx Sedîq ji ber nexweşiyê wefat kir.”

 

Her wiha Goran got: “Heme Awat di dîroka xebata rizgarîxwaziya gelê me de yek ji endam, pêşmerge û dilsozan bû ku bê westan û navber heya îro di eniyên gel de xebat meşandiye.”

 

Daxuyaniya Tevgera Goran wiha bi dawî dibe: “Em sersaxî ji malbat û hevalên Heme Awat re di xwazin û hêvîdarîn  ku xudê cihê wî bike buheşt.”

 

(rn)