Birayê şehîd: Egîd, taca zêrîn ya şerefê da serê me

46

 

 

 

Îro êvarê, Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK li Başûrê Kurdistanê li navçeya Pêncwên ya ser bi Silêmaniyê meş û merasîmeke qelabalix ji bo gerîlayê HPG’ê Egîd Pîr lidarxist.

 

Girseya ku ji bo bîranînê li Pêncwênê kom bû bi pêşengiya komîteya malbatên şehîdan ya PKK’ê li Başûr, bi dirûşmên ,‘Şehîd Namirin, Ey şehîd rêya te rêya me ye’ û deqîqeyek rêzgirtinê dest bi merasîmê kirin. Kesên beşdarî merasîmê bûn paşê bi meşê ber bi mala şehîd ve bi rê ketin. Malbata Şehîd girseyê pêşwazî kir.

 

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla û şandeya Komîteya malbatên şehîdên PKK’ê li Başûr ji malbata şehîd berê xwe dan mizgefta Mela Ebas da beşdarî sersaxiyê bibin.

 

 

Birayê şehîd Egîd Pîr Xerîb Ehmed têkildarî şahadeta birayê xwe ji ajansa me RojNews’ê re axivî û got: “Şahadeta birayê me taca zêrîn ya azadî û şerefê daye serê me. Şanazin ku îro weke malbata şehîdan tên bi navkirin, ev pîroz e.”

 

 

Birayê şehîd wiha pêde çû: “Di warê olî, exlaqî û netewî de mijarek heye jêre dibêjin parastina gel û netew. Ji bo em ew pîlanên ku desthilatdarên Faris, Tirk û Ereb dixwazin Kurdistanê parçe parçe bikin pûç bikin û nehêlin bigihijin armanca xwe, divê berdêl bidin.”

 

 

Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Fethiye Elî jî ji ajansa me re axivî û got: “Gelek rêyên din jî hebûn ku şehîd Egîd berê xwe bidiyê lê, parastina netewa xwe di ser her tiştî re girt û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Şehîd Egîd di oxira parastina gelê Kurdistanê de şehîd bû.”

 

 

Fethiye Elî her wisa got ku heya kesên weke şehîd Egîd hebin, ewê her timî serbilind bin û wiha axivî: “Bi hezaran şehîdên me yên Başûr hene ku ji bo parastina gelê xwe berê xwe dane çiyayên Kurdistanê. Ji ber vê emê bi ti awayî ji rêya şehîd Egîd dernekevin.”

 

Gerîlayan di 25’ê Gulanê de li qada Gostê ya Şemzînanê rastî leşkerên artêşa dagirker ya Tirkiyê tên û di encamê de şer rû dide. Di vî şerî de leşkerek tê kuştin û yek jî birîndar dibe. Di heman şerî de gerîla Zana Ehmed bi nasnav Egîd Pîr bi giranî birîndar dibe. Dema bi halê birîndar leşkerên Tirk berbi wî ve tên heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer dike û li ber xwe dide. Egîd bi wê rewşa xwe ya birîndar 4 leşkerên Tirk dikuje u paşê digihije şahadetê.

 

(bz)