Çalakvanên Derbendîxan binçavkirina Serwer Qeredaxî şermezar kirin

26

 

 

BERHEM LETÎF/ DERBENDÎXAN

 

Hevserokê Rêxistina Jîngeha Herêma Kurdistanê Serwer Qeredaxî ji ber der barê nêçîra du berpirsên payebilind a kuştina lawiran de li ser tora civakî ya Facebookê nivîsek belav kir, ji aliyê Dadgeha Giştî ya bajarokê Derbendîxan a Silêmaniyê ve roja 4’ê Îlonê hatibû binçavkirinû heya niha jî girtiye. Li hember girtina Serwer Qeredaxî jî nerazîbûn zêde dibin.

 

‘Eger yasa hebûya wê Serwer Qeredaxî nehatiba girtin’

 

Têkildarî mijarê çalakvanê civaka sivîl li Derbendîxan Kameran Elî wiha ji ajansa me re axivî: “Nayê Qebul kirin Serwer Qeredaxî li ser belav kirinek di Facebookê de, were binçavkirin. Eger yasa hebûya, dê ewê nêçîr dikir û di Facebookê de belav dikir bihata binçavkirin. Lê berovajî Serwer Qeredaxî hatiye binçavkirin.”

 

 

Her wiha Kameran Elî got: “Di nav gel û beşek ji berpirsan de parastina xwezayê heye. Lê di astek nizim de ye. Bi awayek giştî  nêçîr kirin ji aliyê berpirsan ve tê kirin. Ji ber ku yasa nas nakin û tenê ji bo gelê hejare.”

 

Li ser heman mijarê Çalakvanek din ê binavê Xalid Hacî Wadî jî ev gotin kir: “Di civaka me de dadgeha giştî û serweriya yasa cihê gumanê ye. Ev jî hemû qadên civakê digre nava xwe. Dadgeha giştî qasî ku destwerdana çalakvanan dike, ewqas destwerdana gendelî û ewên bê rêzî li hember nirxê pîroz yê vî welatî dike nake.”

 

 

‘Wê rojekê li ser destê gel werin dadgeh kirin’

 

Çalakvanê civaka sivîl li Silêmaniyê Omêd Mihemed Salih  jî binçavkirina Serwer Qeredaxî şermezar kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Daxwaz dikin ku  di demek herî zû de were berdan. Ji ber ku sucê girtina Serwer diçe pişt ew sucê li vî welatî tê kirine. Armanca wî parastina jiyan, xweza û ev welat bû. Lê bi awayek ne rewa hatiye binçavkirin. Gelek ecêbe ku em li welatekê dijîn ku sucdar biryar li ser yê bê suc dide. Divê yê sucdar were girtin.”

 

 

Omêd Mihemed Salih axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berpirs xwe di ber parastina xwezayê de berpirsyar nabînin û ev di nava civakê de jÎ kêm e. Lê ew çîna ku li vê Herêmê desthilatdarin, ti sînoran nasnakin. Bê guman wê rojekê ji ber ev suc û bê edaletiyên ku kirine, ji aliyê gel ve bên dadgehkirin.”

 

(rn)