Çarenûsa 3 welatiyên li Kamyaran hatine binçavkirin nediyare

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hersê welatiyên xelkê bajarê Kamyaran ên hatine binçavkirin navê wan Keywimers Nedîmî, Îqbal Qubadî û Hîwa Nedîmî û ji berî diaya alîkariya hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kirine hatine binçavkirin.

 

Hersê welatî ev çar rojin girtîne û heya niha li rexmê hemû hewldanan jî der barê çarenûsa wan de ti agahiyek nehatiye girtin. Her wiha heya niha Îtlaata Îranê jî bersivek nedaye malbatên hersê kesan.

 

Hêjay gotinê ye ku di demen dawiyê de kiryarên binçavkirin û zextên hêzên Îtlaata rejîma Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne. Bi taybetî piştî xwepêşandanên li Sine û Bane.

 

(rn)