Çavkaniyeke Goran:Wê Goran di civîna sibe de di şertên xwede israr bike

47

 

 

QERECOX ENWER / HEWLÊR

 

 

Sibe şandeyeke Tevgera Goran ku ji Celal Cewher, Rauf Osman, Şêx Hîmdad Hîranî û Dr. Îsmaîl Namiq pêk tê diçe Hewlêrê û li Mekteba Siyasî ya YNK’ê beşdarî civîna sê alî ya YNK û PDK’ê dibe.  

 

Çavkaniyeke ji Tevgera Goran ku nexwast navê wî were eşkere kirin ji RojNews’ê re hindek agahî di derbarê rojeva civîna sibe ya sê alî ya bi Tevgera Goran re da û got: “Goran bi mebesta guftûgokirina şêweyê karkirina parlementoyê û lidarketina referandûma herêma Kurdistanê diçe Hewlêrê. Wê li Hewlêrê beşdarî civîna ku YNK û PDK lidardixin bibe.

 

Heman çavkaniyê ragihand ku herçend PDK û YNK lihevkirin ( li ser referandum û vekirina parlementoyê) wajo kiribin jî lê, Tevgera Goran hîna jî bi israre û qebûl nake ku parlemento tenê ji bo qanûnîkirina referandûmê were vekirin. Wê di destgirtina serokatiya herêma Kurdistanê (Mesûd Barzanî) û sîstema paşxistina mûçeyan de bi israrbe da bê rojeva parlementoyê û li wir jî biyar derbikevin.

 

(bz)