Ev 13 rojin vemirandina şewata şapatanê tê asteng kirin

36

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şewata li gundê Şapatanê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku roja 28'ê Tebaxê ji ber operasyona artêşa Tirk derketî, hîna venemiriye. Hêrêmên Dole, Serdolê, Hewrîsê, Kanibotkê, Resê, Piştaderê, Kelûtka û Pavîzewarê yên gundê Elde Sereroyê bi rojane dişewite. Herêma ku qasî 2 kîlometreyan dûrê navçeyê ye, ji ber êrîşa topan bû xwelî.

 

Şewat li jora Şapatanê dewam dike û ber bi Kaniya Qaymeqay ve belav dibe. Rayedarê heta niha ji bo vemirandina şewatê tiştek nekirine. Her wiha nahêlin ku gundî jî biçin herêmê û şewatê vemirînin. Welatî dixwazin bi derfetên xwe şewatê vemirînin, lê leşker pêşî li wan digirin.