KCK û Komele li ser yekîtiya netewî civiyan

46

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Îro  saet 10:00’an de şandeya bilind a KCK’ê bi serpereştiya Berpirsê Têkiliyên Deve yên KCK’ê Serhet Varto, serdana baregeha Komeleya Îslamiya Kurdistanê li bajarê Silêmanî kir. Şanda KCK’ê ji aliyê Berdevkê Meclisa Siyasî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar Hemed  û şandeya li gel ve hat pêşwazî kirin.

 

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de Serhed Varto axivî û wiha got: “Bi armanca pêkanîna yekîtiya netewî, me serdana Komeleya Îslamî kir. Demek berî niha KNK’ê ji bo yekîtiya netewî dest bi xebatekê kir. Li gorî me yekîtiya netewî tenê bi aliyekê pêknayê. Ji ber wê me wek KCK biryar da ku erkê ser milê xwe pêkbînin.”

 

 

Her wiha Serhed Varto got: “Nexşerê û projeya me ya ji bo yekîtiya netewî heye. Li ser bingehê wê projeyê em serdana aliyan dikin. Îro jî me projeya xwe da Komeleya Îslamî û em li gel civiyan.”

 

Piştre Berdevkê Meclisa Siyasî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar  Hemed jî li ser serdanê ev gotin kir: “Me şanda KCK’ê pêşwazî kir û li ser rewşa siyasiya herêmê û têkiliyên di navbera me û hêzên siyasî de me nîqaş kir. Me projeya wan wergirt û emê lêkolînên xwe li ser bikin. Piştre emê fikrê xwe li ser diyar bikin.”

 

 

Di dawî de Rêbwar Hemed diyar kir ku pêwîste di nav hemû hêzên siyasî yên Kurd li hemû parçeyan de guftûgo hebe û diyar kir ku pêwîste hemû ew pirsgirêkên ku heye, bi guftûgo çareser bikin.