Kemal Mistefa: Rewşa ewlehiya Mendelî arame

45

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ MENDELÎ

 

 

Duh li bajarokê Mendelî ya girêdayî navçeya Belediroz ya Diyale hinek alozî û tevlîhevî derhet holê. Eşîrên Ereban bi ti awayî qebûl nakin ku  referandûm li Mendelî were kirin û daxwaza du postên rêveberiya Mendelî dikin ku heya niha di destê Kurdan de ye.

 

Têkildarî mijarê Berpirsê Komîteya Mendelî yê YNK’ê Kemal Mistefa wiha ji ajansa me re axivî: “Duh piştî ku ew alozî û tevlîhevî li Mendelî  rûda, niha rewşa asayiye û ti pirsgirêkek dernektiye holê. Heya niha jî ti xwepêşandan nîne.”

 

Kemal Mistefa axaftina xwe wiha domand: “Ew kesên ku xwepêşandana duh ya Mendelî rêkxistîn, niha daxwaza postê Rêveberiya Şaredariyê û Serokê Meclisa Mendelî dikin. herdu jî niha di destê Kurdan de ne. her wiha qebûl jî nakin ku referandûm li Mendelî were kirin.”

 

Berpirsê Komîteya Mendelî yê YNK’ê Kemal Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew kesên duh di xwepêşandanê de  ala Herêma Kurdistanê daxistine, kesên Erebên nîjadperest, beşek ji hikûmeta  berê ya Baas’ê  û beşek din jî Kurdên Şîe yên deverê bûn.”

(rn)