KNK li Xûrmatuyê ji bo yekîtiya netewî dest bi civînên gel kir

38

 

XÛRMATÛ / ROJNEWS

 

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) piştî hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya bi partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re dest bi civînên bi nivîskar, ronakbîr û akademîsyen û gel re kir.

 

Heyeta KNK’ê li navçeya Xûrmatû ya ser bi parêzgeha Selahadînê civîna gel li dar xist. Civîn li hola civînê ya qeymeqamtiya Xûrmatûyê hate lidarxistin û eleqeyeke mezin a nivîskar, akademîsyen û gel ji civînê re hebû.

 

 

Civîn ku bi axaftineke kurt ya qeymeqamê Xûrmatûyê Şelal Ebdûl destpê kir wiha got;, “Em qîmeteke mezin didin xebatên KNK’ê. Em bawer in ku ev xebat wê ji gelê me re destkeftiyên mezin bîne. Em bextewar in ku ev civîn ji navçeya me hatiye destpêkirin.”

 

Endamê Dîwana KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî jî axivî û got, “Ji bo komxebata li Başûrê Kurdistanê em bi gelê xwe re dicivin. Em dixwazin li rexne û pêşniyazên gelê xwe guhdarî bikin.”

 

 

 

(bz)