Li Dihokê 5 wesayît li hev qelibîn: 5 kes jiyana xwe ji dest dan

39

 

 

SIÛD ŞAY GORAN / DIHOK

 

Îşev li ser rêya di navbera Dihok-Hewlêrê nêzî gundê Gewîlanê ya ser bi bajarokê berdereşê ku dikeve ser parêzgeha Dihokê, di encama li hev qelibîna 5 wesayîtan de, 5 welatî jiya xwe ji dest dan. Ji wan wesayîtên ku qeza kirine 2 jê barhilgêr 3 jî taybetin.

 

Berdevkê Polîsên Trafîkê yê Dihokê Muqdim Azad Teha agahiya qezaya pênc wesayîtan piştrast kir û got ku di encama qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

 

 

Li gorî agahiyên ne fermî sedema yekemîn ya mirinên li Herêma Kurdistanê qezayên trafîkêne. Berpirsên trafîkê welatiyan tawanbar dikin ku rêzikên trafîkê pêk nayênin, welatî jî hikûmetê rexne dikin ku sedema qezayan bi rêyên xirab û nebûna xizmetguzariya di vî alîde girê didin.

 

(bz)