Li Dihokê di salona dadgehê de tewanbar hat gulereşandin

37

 

 

SUID ŞAY GORAN/ DIHOK

 

Li gor agahiyên ji serçaveyek nav Dadgeha Qesrokê ketine destê ajansa me, wiha hat ragihandin; “2 rojan pêş Cejna Remezanê keçek Kurd a 17 salî li gel kurek Ereb ku temenê wî 25 sale revîne û çûne derdora Mûsilê. Piştre malbata keçkê hewl dane ku keça xwe vegerînin  û li gel kurê pê re çûye axivîne û jê re gotine; ‘keça me bîne emê ti tiştek bi we nekin’. Belê piştî vegeriyan, ew kur radestê dadgehê kirine.”

 

Li gor heman serçave, wiha jî hat gotin; “Îro roja dadgehkirina ew kurê Ereb bû. Di dema dadgehê de birayê keçkê yê 25 salî demance li gel xwe biriye salona dadgehê, bê ku polis pêşî lê bigirin, gule li kesê Ereb reşandine û 3 gule lêxistine. 2 gule bi singa wî ketine û yek jî bi milê wî ketiye.”

 

Di dawî de jî hat diyarkirin ku tewanbar ku bi giranî birîndar bûye hat rakirina nexweşxaneya Dihokê û birayê keçkê jî hat binçavkirin.

 

(rn)