Li hember xwepêşandana Mahabadê êrîş pêkhat

52

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Duh gelê bajarê Mihabadê ya ser bi Urmiyê ve li meydana Çarçira xwepêşandanek lidarxistin. Lê rejîma Îranê bi rêya cerdevanan êrîşî xwepêşandêran kirin û 5 kes binçav kirin. Çalakvana jin a Mahabadê  Kubra Xalindî di nav kesên hatine binçav kirin de bû.

 

Her wiha Kolber û karkerên navçeya Rebet ya bajarê Serdeştê bi daxuyaniyekê ji gelê Serdeştê xwest ku  piştgiriya  mafê kolberan bikin û dakevin kolanan.

 

Her wiha kolber û karkeran ji gelê Serdeştê xwest ku îro saet 17:00’an de dest bi xwepêşandanê bikin.