‘Li Mendelî pêkhatina referandûmê hat redkirin’

36

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ MENDELÎ

 

Serokê encumeniya şaredariya Mendelî Azad Hemîd der barê mijarê de ku ji ajansa me re axivî, got; “9 endamên encumeniya şaredariya Mendelî civiyan. Di civînê de biryar dan ku postê rêveberiya bajarokê Mendelî bê dayîna eşîrên Ereb  û niha rêveberê Mendelî kesek Erebe.”

 

Azad Hemîd wiha jî got; “Di xwepêşandana duh de 3 daxwazên serekî yên eşîrên Ereb hebûn. 2 hatin pêkanîn. Ew jî yek redkirina pêkhatina referandûmê û bi destanîna postê rêveberiya bajarok bû. Daxwaza sêyemîn jî wergirtina postê serokatiya şaredariyê bû. Ew jî nehat qebûlkirin.”

 

Azad Hemîd di dawiya axaftina xwe de got; “Endamên encumeniya şaredariya Mendelî ji 3 endamên Hevpeymana Niştîmanî, yek bê alî, yek Tirkmen û 4 jî YNK ne.”

 

Encumena şaredariya Mendelî ji 13’ê endaman pêk tê. 8 endam Kurdin û 5 din jî Tirkmen û Erebin.

 

(rn)