Li Silêmanî ciwanek bi çekê hat kuştin

36

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Şeva buhrî li çiyayê Goyjî li bajarê Silêmanî ciwanek rastî  êrîşa guleyan hat, di encamê de jiyana xwe ji dest da û kujer jî reviya ye.

 

Têkildarî bûyerê Berdevkê Polîsên Navçe û Bajarokên Silêmanî Îqbal Mihemed ji ajansa me re ragihand ku bûyer di saet 22:30’an de rûdaye û got: “Dema ku xort û keçek li çiyayê Goyjî bi hev re bûn, ji aliyê kesek ne nas ve hat gule baran kirin û di encamê de xort jiyana xwe ji dest da.”

 

Her wiha Îqbal diyar kir ku kujer reviyaye, lê ew keça ku li gel xort bû hatiye binçav kirin.

 

Di dawî de Berdevkê Polîsên Navçe û Bajarokên Silêmanî Îqbal Mihemed ev agahî parve kir: “Ciwanê hatî kuştin xwendekarê zanîngeha Komarê beşê Ceribandin bû. Navê xort F.H  ye di sala 1992’an de ji dayîk bûye. navê wê keçê jî T. M ye di sala 1990’an de ji dayîk bûye.”

 

(rn)