Merkel: Welatiyên Tirk bi dilniyayî dikarin bên welatê me, em wan nagirin

39

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serokwezîra Angela Merkel di daxuyaniyekî de bersiva hişyariya Wezareta Karên Derve yaTirkiyê ku welatiyên Tirk ji bo serdanên ji bo Elmanya hişyar kiribû da û got: “ Ez dixwazim vêya pir eşkere bêjim. Her welatiyeke Tirk dikare serdana welatê me bike.”

 

Merkel her wisa bi gotina:”li Welatê me ti rojnameger nayên girtin, ti rojnameger nayê binçavkirin, li welatê me azadiya fikir û prensîbên dewleta hiqûqê derbasdar e” rexne li dewleta Tirk girt.

 

Hêjayî gotinêye ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyeke roja şemiyê de li hember îhtîmala girtina Elmanya ya welatiyên Tirk, hişyarî dabû welatiyên Tirkiyê yên li Elmanya niştecihin û yên dixwazin biçin Elmanya yê.  

 

(bz)