NY: Kesên bi doza Kurdan re eleqedarin, dibin hedef

33

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Swîsreyê li bajarê Cenevreyê hate destpêkirin. Ev rûniştin wê heta 29'ê Îlona 2017'an bidome.

 

'Divê teror nebe hinceta otorîteriyê'

 

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn rapora mafên mirovan a salane xwend û got: “Dibe ku terorîst êrîşî me bikin. Dewlet dikarin pêşiya vî tiştî bigirin, lê divê ev nebe hinceta otorîterî û pêkutiyê.”

 

'Li Sûriyeyê krîzeke ciddî ya mirovahiyê heye'

 

Piştre jî rapora binpêkirina mafên mirovan a welatên Sûriye, Iraq, Îsraîl, Îran, Venezûela, DYA û Tirkiyeyê hate xwendin. Hat diyarkirin ku di sala 2017'an de li Sûriyeyê di êrîşên hewayî û bejahî de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de gelek zarok jî hene.

 

Li Tirkiyeyê tabloya mafên mirovan

 

Al Hûsseîn di axaftina xwe de diyar kir ku azadiya fikir û ramanê dibin pêkutiyeke mezin de ye û bi bîr xist ku gelek rojnamevan, akademîsyen, parêzvanê mafên mirovan û nûnerên saziyên civakî hatine binçavkirin an jî girtin. Al Hûsseîn diyar kir ku kesên bi doza Kurdan re eleqedar dibin jî êrîşî wan tê kirin û anî ziman ku herî dawîn 10 parêzvanên mafên mirovan bi îddîaya ku 'li ser navê rêxistina terorê ya çekdarî' xebat kirine, hatine girtin. Al Hûsseîn diyar kir ku wê di demeke nêz de raporeke berfireh a têkildarî Tirkiyeyê jî belav bike.

 

Hûsseîn  destnîşan kir ku kesên bi doza Kurdan re eleqedar dibin û bi taybetî kesên çepgir, ji aliyê dewletê dibin hedef.

 

Wê raporek lezgîn were weşandin

 

Husseîn bang li hikumeta Tirkiyeyê kir ku dev ji van êrîşan berde û ofîsa girêdayî wî ya ku binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê lêkolîn dike wê di demên pêşiya me de ji bo balkişandina zextên ji ber Rewşa Awarte wê raporeke lezgîn bide weşandin.

 

Polîtîkayên Ewropayê yên li ser penaberan rexne kir

 

Al Husseîn balkişand ser pêkanînên navçeyeke Yûnanistanê ya ji bo penaberan û got ku  eger were xwestin dikarin penaberan xweş pêşwazî biki. Her wiha polîtîkaya welatên Ewropayê ya li ser penaberan jî rexne kir.

 

Rûniştina Mafên Mirovan a NY ya 36'emîn wê bi nîqaşên têkildarî binpêkirina mafên mirovan heta 29'ê Îlonê bidome.