Xwendekar: Hikûmet sedema boykota xwendinê ye

59

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ ROJNEWS

 

Xwendekara refa 3 a dibistana Amadeyî Esma Ezîz  li ser bandora neyînî ya boykotê li ser xwendekaran wiha got; “Ez hêvî dikim îsal weke sala buhrî çênebe û xwendin di dema xwe de destpê bike. Ji ber ku mamosta naxwazin weke salên buhrî pirsgirêk ji bo xwendekaran çêbibin. Ji ber di boykota sala buhrî de di rêza yekê de yê zerer dît xwendekar bûn.”

 

‘Divê hikûmet pêşeroja xwendekaran bifikire’

 

 

Esma Ezîz diyar kir ku ew ji hikûmetê daxwaz dikin demek pêş a din daxwazên mamostan pêk bînin û got; “Divê hikûmet li ser pêşeroja xwendekaran bifikire. Jiyana xwendekaran nexwe na mijara siyasî de.”

 

‘Hikûmet ji vê rewşa xerab berpirse’

 

 

Xwendekarê zanîgehê Ceza Mihemed jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Ji vê rewşa xerab hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirse. Ji ber ku mamosta ji ber sedema paşxistina mûçe boykot diki. Boykot jî bandorek nebaş li ser xwendekaran çêdike.”

 

‘Hikûmet sedema boykotane’

 

Her wiha xwendekarek din ê zanîngehê Elwan Serhed jî diyar kir ku wê îsal jî mamosta boykot bikin û wiha dewam kir; “Heya niha jiyan û rewşa mamostan weke xwe ye. Mûçe her weke pêştire û ti guhertinek nîne. Di vir de jî hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem sûcdare. Hikûmet sedema boykotane.”

 

 

Hêjay gotinê ye ku par mamostayên parêzgeha Silêmanî û Helebce 3 mehên destpêka xwendinê boykot kirin. Armanca mamostan jî zext kirina li ser hikûmetê bû ji bo sîstema paşxistina mûçe rake. Heya niha jî ev daxwazên mamostan nehatine pêkanîn û sîstema paşxistina mûçe didome.

 

(rn)