YJŞ: Bila gelê me dest ji wargehan berdin û vegerin ser axa xwe

64

 

TOLHILDAN OZAN AMED-ARÎN ŞENGAL/ ŞENGAL

 

Şervana YJŞ’ê Nûjiyan Sîncar der barê sedema tevlîbûna xwe ya nav refên YJŞ’ê de wiha got; “Piştî demekê min bîhîst Yekiniyê Jinên Şengalê ava bûne, xwesteka min a tevlîbûnê pir çêbû. Li ser vî esasî lêgerînên min çêbûn û ez ji Başûr tevlî bûm. Heya ji destê min jî tê, ez tevlîbûna xwe xurt dikim. Ji bo gelê me, ji bo jinên Êzidî ku hatin dîl girtin û xaka me ya hatî dagirkirin mirov çiqes kar jî bike, kêm dimîne. Bi fermanê re gelê me koçberî her derekî cîhanê bûn. Li Qetar, li Siûdî û Tirkiyeyê belav bûne. Bi her cure nêzîkatî re rû bi rû dimînîn.  Ji bo wê belkî em berdelê giran jî bidin, lê dîsa emê her li berxwe bidin. Emê keç û jinên Êzidî yê ku di destê DAIŞ'ê de ne bi hemû hêza  xwe hewl bidin rizgar bikin. Niha gefê Tirkiye û her wisa yê PDK'ê û yê Heşdî Şebî li ser me hene. Heşdî Şebî hatiye li ser axa me û dagirkiriye. Ji bo wê heta ji destê me tê emê berxwedaniya xwe xurt bikin. Em nahêlin ne axa me, ne jî erdê me were dagirkirin."

 

'Ji bilî YBŞ û YJŞ em ti kesî li ser axa Şengalê qebûl nakin'

 

Nûjiyan Sîncar li ser hebûna hêzên cuda ku di Şengalê de bi cîhbûne, jî wiha destnîşan kir; "Ji bilî YBŞ û YJŞ'ê em ti kesî li ser axa Şengalê qebûl nakin. Ne PDK'ê û ne jî ti hêzên din em qebûl nakin. Ji ber ku wan em firotin. Niha jî dixwazin me bixapînîn. Hemû planên wan ew bû ku, bi tevahî gelê me tine bikin. Yekser dixwastin dawiya koka Êzidiya binîn. Bi hatina  YPG û YPJ'ê û hêzên HPG'ê re gelê me hat xilaskirin. Korîdor ji Rojava vekirin. Di wê rêkê de gelek şehîd hat dayin. Lê li berdelê ewqes şehîdên giranbiha xilasiya gelê Êzidî ji hat çêkirin. Bi rastî jî ew rê ji bo gelê me bu riya ronahiyê. Niha mirov dibîne gelê me yê ku koçberî kirine, bi her cure nêzikatiyan re rû bi  rû dimînîn."

 

'Gelê me di wargehê de, nedikarîn bibêjin em Êzîdî ne'

 

Nûjiyan Sîncar ji ber ku demêkê li wargeha Êzidiyan a li Başûr de maye, li ser rewşa wargehê, zor û zehmetiyên ku Êzidiyan dikişînin wiha vegot; "Gelê me yê ku niha li Başûrin mafê wan yê axaftinê jî nîne. Nikarin bêjin em Êzidîne jî. Nikarin Kenala Çira Tv jî temaşe bikin. Ceyranê li ser wan qût dikin. Ji her alî ve hatine bindestkirin û tecrîdkirin. Dema ku zarokê wan tevlî dibin ew ji wargehê tên derxistin. Ji bo wê bi rastî jî qehrekî gelek mezin di dilê gelê me de ye. Ji neçarî gelek kes di wargehê de bûne pêşmerge, lê di rastî de bi YBŞ û YJŞ'ê re ne. Di nava 3 salan de gelê Êzidî bi zor û zehmetiyê pir giran re rû bi rû man."

 

'Hêvîdarim bi tevahî gelê me, taybet ji jinên  Êzidî vegerin ser xaka xwe'

 

Sîncar bal kişand li ser rewşa jinên Êzidî û wiha got; "Niha gelek jinên Êzidî di wargehê de ne. Wek jin ne xwedî ti mafî ne. Bê zimanin û bi her cûre bê rûmetiyê re rû bi rû dimînin. Rewşa wan wek rewşa keçê di destê DAIŞ'ê de dîlin. Ez hêvîdarim bi tevahî gelê me yê Êzidî, bi taybet jinên  Êzidî vegerin ser xaka xwe. Bî vî şêwazî tevlî bûna YBŞ û YJŞ'ê hîn xurtir bibe. Dayik û bavê me yên niha li Başûrin, bila tevlîbûna zarokên xwe asteng nekin. Xwestekê wan jî pir hene. Lê ji aliyê neyarê Êzidiyan ve tên astengkirin. Ew qas berxwedaniya jinên Êzidî heye. Pêwîste ev ji bo me bibe ronahiyek û bibe sedema tevlîbûna jinên Êzidî. Bila werin tevlî bibin û tola xwe rakin. Hinek Êzidiyên me jî çune nav pêşmergan de û ji celadê xwe re leşkertî dikin. Ez hêvîdarim bi şêwazekî lezgîn vegerin. Ger hûn tevlî YBŞ jî nebîn, lê bila ji nav pêşmergan derkevin. Bila xiyanet li xwe nekin û bila li gor rastiyê tevbigerin. Bila werin tevlî YBŞ'ê  bibin, ji ber ku YBŞ hêzekî Êzidxanê ye. Êdî bila gelê me vegere."

 

'Bila gelê Êzidî vegerin ser xaka xwe'

 

Şervana YJŞ'ê Nûjiyan Sîncar bang gelê Êzidî kir vegerin ser axa xwe û wiha peyvî; "Bangawaziya min ji hemû gelê Êzidî re heye. Vegerin ser axa xwe. Êdî tiştekî ku em winda bikin nemaye. Bi taybetî banga min ji bo dayikê me  û keçên me yê Êzîdiya heye. Êdî hûnê ji çi bitirsin. Êdî zilma ku li wargehê hûn jiyan dikin, pêwîste hûn serî rakin li hember. Hûn di konên xwede jî nikarin peyva YBŞ û YJŞ'ê bikar bînîn. Wan dixin girtîgehan û zilmê li ser wan dikin. Çend car keçên Ezidî xwestin tevlî bibin, lê ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. Ji bo ku tevlî nebin, bi hemû hêza xwe astengî dikin. Di wargehan de lêdan, êşkence hepiskirin tê çêkirin. Tişta ku PDK bi serê  gelê Êzidî de kir ti kesî nekir. Dema ku DAIŞ  ket Şengalê tenê gelê Êzidî li berxwe dan. Bi sîlehê xwe yê sivik li berxwe dan. Ji bo wê pêwîste gele me xwe nexapînîn. Ji ber ku gelek Êzidî bi deste PDK'ê hatin qetil kirin. Rûxmê wê hinek Êzidiyên me cilê PDK'ê li xwe dikin. Ji bo mûçeyekê bila xwe nefiroşin. Bila ji bo mûçeyê ji wan re koletî nekin. Pêwîste gelê me ya Êzidî vegera xwe ya welat xurt bikin û werin ser axa xwe jiyan bikin. Bila ji bo xwe ji bo rûmeta xwe bizivrin."

 

'Ciwanên me ya Êzidî bila wan cilên pêşmergeyên PDK’ê daynin'

 

Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Nûjiyan Sîncar bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî; "Dema vegerê de em jî wek hêza YBŞ û YJŞ'ê emê hewl bidin alîkariya gelê xwe  bikin. Heta ji destê me tê em nahêlin di konan de bijîn. Li ser axa xwe em nahêlin bi zor û zehmetiya re rû bi rû bimînin. Êdî pêwîste xwe xurt bikin û hêza xwe ava bikin.Tevlî bûn ne tenê hêza YBŞ û YJŞ'  ye. Ji bo her kesî cihê kar heye. Bila ciwanên me êdî werin ser xaka xwe û biçin dibistanê. Ciwanên me yê Êzidî bila wan cilê pêşmerge daynin.  Bila werin cilê YBŞ — YJŞ'ê li xwe bikin. Ji ber ku ev cilên li ser me, pîrozin û bi sedan şehîd hatiye dayin. Pêwîste em bibin yek û xwedî li wan şehîdan derkevin."   

 

(rn)