YNK û PDK hewl didin Goran û Komel ji bo referandûmê qane bikin

37

 

 

QERECOX ENWER / HEWLÊR

 

Îro şandeyeke bilind ya Komela Îslamî ya Kurdistanê serdana Yekîtî Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) kir û piştî hevdîtina du alî ya YNK û Komela Îslamî jî daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre û Endamê Meclîsa Siyasî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulstar Mecîd têkildarî naverok û rojeva civînê de agahî dan.

 

Ebdulstar Mecîd di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ew hewldanên YNK’ê yên ji bo çareseriya pirsgirêkan binirx dibînin û got: “Em ev 7 xalên ku rêveberiya YNK’ê destnîşankirine ji bo çareserkirina pirsgirêkan girîng dibînin û divê li ser van 7 xalan lihevkirin çêbibe.”

 

Mecîd her wisa di berdewama axaftina xwede ragihand ku di mijara referandûmê û karkirina parlementoya herêmê de hîn hindek kar maye ku divê zêdetir gûftugo li ser were kirin û vê agahiyê jî parve kir ku wê sibe civîneke sê alî di navbera Komela Îslamî, YNK û PDK’ê de pêk were.

 

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre jî piştî Ebdulstar Mecîd mafê axaftinê girt û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî wexteke dirêj dixwast. Me jî weke YNK ev demeke dirêj bûn mijûlê vêya bûn û her wisa gelê me yê dilsoz jî ji bo çareseriya pirsgirêkan bi me re bûn alîkar.”

 

Pîre diyar kir ku di civîna du alî ya navbera YNK û PDK’ê ya duh pêkhatibû de PDK 7 xalên ku YNK pêşniyar dike qebûl kiriye û got: “Me di vê mijarê de lihevkirin wajo kiriye.”

 

Pîre her wisa diyar kir ku ewê ji bo çareseriya pirsgirêkê civînekî li gel Tevgera Goran jî lidarbixin û wiha berdewam kir: “Divê parlemento ji bo du tiştan vebe. Ya yekemîn qanûnîkirina meseleya referandûmê û her wiha behsa sîstema parlementoyê were kirin ku nabe parlemento girtîbe.”

 

(bz)