YNK’ê civîna xwe ya li gel PDK’ê taloq kir

50

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Har wiha  hat diyarkirin ku YNK wê îro li bajarê Hewlêr li gel Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li ser mijara aktîfkirina parlamentoyê bicive.

 

Duh li bajarê Hewlêr YNK û PDK civiyan û piştî civînê diyar kirin ku herdû aliyan li ser vekirina parlamentoyê di 14’ê Îlonê de li hev kiriye û biryar bû ku îro jî li ser nexşerêya YNK’ê ya ji bo aktîfkirina parlamentoyê herdû alî bicivin.

 

Hêjay gotinê ye ku di vê hefteyê de YNK bi armanca guftûgo kirin û aktîfkirina parlamentoyê li gel Tevgera Goran û Komeleya Îslamî kom bibû. Belê heya niha Goran û Komel diyar nekiriye ku ew tevlî aktîfkirina parlamentoyê wê bibin an ne.

 

(rn)