Artêşa Tirk li Çiyayê Cîlo dest bi operasyonê kir

40

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li navçeya Gevera Colemergê şeva 11’ê Îlonê operasyona leşkarî hat destpêkirin. Diyar bû ku gelek leşker û cerdevan tevlî operasyonê bûn. Operasyon li gundên Zêrêl, Talan, Mate, şawîte Bazê û Geliyê Gîpe û Girê Êdrîk ên qûntara Çiyayê Cîlo hat destpêkirin.

 

Operasyona ku şevê din hat destpêkirin didome.